Rejima îşxalker digel agirbestê êrîşê Libnanê kir
Artêşa rejima îşxalker, li Libnanê bi ÎHAyan êrîşên asîmanî li dar xist, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa fermî ya Libnanê NNAyê, li alîyê têketina bajaroka Nakuraya girêdayê wîlayeta Sûrê ya başûrê welatê wesayîtek bi ÎHAyê hat hedefgirtin. Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.
Li bajaroka Nebî Şîtê ya ku girêdayê bajara Baalbekê ye dûçarê êrîşa asîmanî ya artêşa sîyonîstan bû, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.
Di êrîşa bi ÎHAyê ya ku li dijî gundê Ust Hafîr a Baalbekê hat lidatxistin de jî kesekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Li bajaroka Aytaruna girêdayê wîlayeta Nebatîyeyê jî ji ber teqîna cîsmekî ku ji dewra herbê ve mabû mirovek birîndar bû.
Artêşa îşxalê, digel agirbestê di rojên dawîn de li hinek bajarokên başûrê Libnanê wesayît û motorbisiqletan hedef digre.
Rejima îşxalker, di meha Cotmeha 2023yan de li dijî Libnanê êrîş dabû destpêkirin, ji meha Îlona 2024an vir ve jî van êrîşan ji herbekî mezin re vegerîyabû. Di herbê de ji 4 hezarî zêdetir mirov canê xwe ji dest dabûn û nêzê 17 hezar mirov jî birîndar bûbûn.
Di Mijdara 2024an de di navbera Hîzbullah û rejima îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin, lê rejima îşxalker ji 4 hezar û 500î zêdetir caran vê agirbestê îxlal kirîye û di encamê de bi sedan sîvîlan qetil kirîye û birîndar kirîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Upper Easta Ganayê di navbera du koman de şer derket, di encamê şer û pevçûnê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajara Besreya Îraqê di sehaya petrolê de teqîn pêk hat, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.
Di demekê de ku artêşa îşxalker peymana agirbestê îxlal dikir, topan diavêt û xanî li rojhilatê Xezzeyê wêran dikir, hêzên behrê yên îşxalker li peravên Xezzeyê du qeyikên masîgirên Filistînî teqandin û sê masîgir desteserkirin.