Wezareta Parastinê ya îşxalkeran der barê windahîyên xwe yên leşkerî de daxuyanî da. Wî da zanîn ku 841 îşxalker hatine kuştin.
Qirkirinên ku ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve ji teref îşxalkeran ve hatin destpêkirin binesaziya Xezzeyê bi giranî wêran kir û gel bi wêranîyeke kûr re rû bi rû ma. Tenê di vê demê de nêzî 100 hezar ton teqemenî bi ser Xezzeyê de hatin avêtin û ji sedî 88ê binesazîyê wêran bû.
Wezareta Parastinê ya îşxalkeran ragihand ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê heta niha zêdeyî 15 hezar leşkerên artêşê birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku tedawîya van leşkerên birîndar hê jî didome û ji aliyê Beşa Rehabîlîtasyonê ve xizmet tên kirin.
Li gorî daneyên fermî ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha 841 leşkerên îşxalker mirine, ji van 405ê wan di dema êrîşa bejahî ya li ser Xezzeyê de mirine.
Li aliyê din HAMASê ragihand ku hejmarên ku îşxalkeran der barê windahiyan de dane rastiyê nîşan nadin û windahiyên zêde hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya peymana di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de 3 êsîrên îşxalker û 5 êsîrên Taylandî teslîmî tîmên Xaça Sor hatin kirin.
Li wîlayeta Xora rojavaya Efxenistanê laboratûwarekî tiryakê hat tespîtkirin û dûre hat îmhekirin.
Hat ragihandin ku Salman Momikayê ku li Swêdê bi şewitandina pirtûka pîroz a Mislimanan Qur'anê bû sedema hêrseke mezin û hat kuştin.
Li wîlayeta Xost a Efxenistanê di êrîşa çekdarî ya li ser malekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.