“Trêna Başîtîyê ya 24emîn” gihîşt Efxenistanê
“Trêna Başîtîyê ya 24emîn” ku di koordînasyona AFADê de hatîye amadekirin û di nav de alîkarîya însanî heye, 28 hezar kîloyên zexîreyê, 560 ton xwarinên curbecur, 550 ton arvan û 14 hezar betanî ji wîlayeta Herata Efxenistanê re gihîştin.
Di parvekirina ku li ser hîsaba medyaya vidakî ya Serokatîya Bireveberîya Rewşa Lezgîn û Afetê ve hat parvekirin de, hat daxuyandin ku Trêna Başîtîyê ya 24emîn gihîştîye Efxenistanê.

Trêna ku di piştgirîya sazîyên civaka sîvîl û Hîva Sor de ku bi koordînasyona AFADê ve hatin amadekirin, di 27ê Mijdarê de ji Enqereyê birê ketibû.
AFADê di daxuyanîya xwe de weha got, “Destê şefqet û alîkarîyê yê welatê me, di rîyaseta Serokkomarê me de, di koordînasyona Serokatîya AFADê ya Wezareta Karên Hindir de gihîştina xwedî mihtacan berdewam dike. Bi tevî vêya amûrên alîkarîya însanî ya ku bi rêya hesin ji Efxenistanê re hatine gihandin tev de 11 hezar û 768 ton e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.