5 êsîrên Filistînî yên ku li Xezzeyê hatibûn desteserkirin hatin serbestberdan
Hat destnîşankirin 5 êsîrên Filistînî yên ku li Xezzeyê hatibûn desteserkirin û ji teref rejima îşxalker ve dîsa hatin serbestberdan gihîştin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.
Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Medyaya Êsîrên ku gidêrayê HAMASê ne ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku 5 êsîrên Filistînî hatine serbestberdan û ew gihîştine Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.
Hat îfadekirin, êsîrên ku hatine berdan ji teref komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve hatine anîtin nexweşxaneyê.
Artêşa îşxalê, tim û tim li Şerîda Xezzeyê bi îddîayên curbecur êrîşê Filistînîyan dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro talîmat da Hêzên Hewayî yên xwe ku "ji bo êrîşeke muhtemel a Emrîkayê amade bin"
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, wê di navbera 4-5ê Kanûnê de bi fermî Hîndistanê zîyaret bike.
Di êrîşa îşxalkeran a li ser bajarokê Beyt Cinn ê Quneytrayê de di nav de du zarok û du jin jî hene bi tevahî 13 kesan canê xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, di şer de sê leşkerên îşxalker birîndar bûn, ku yek ji wan rewşa wî giran e.