Agirbesta derew: 9 Filistîniyên din şehîd bûn
Di êrîşên ku rejîma îşxalker li deverên cuda yên Xezzeyê pêk anî de, neh Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Êrîşên li Xan Yûnis, bakurê bajarê Xezzeyê û li derdora çarrêya Netzarim, û her weha gulebarankirina li behrê û li deverên cuda yên din, berdewamiya van îxlalkirinan nîşan didin.
Li Filistînê îxlalkirinên nû yên agirbestê hatine ragihandin. Li gorî raporek Navenda Agahdariyê ya Filistînê ku çavkaniyên herêmî dispêre, di êrîşên hewayî û topxaneyên ku hêzên rejîma îşxalker roja Sêşemê li deverên cuda yên Xezzeyê pêk anîn de neh kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di saetên serê sibehê de, êrîşeke bêmirov a li ser xala kontrolê ya polêsan li Kolana 5emîn a rojavayê Xan Yûnisê sê Filistînî kuştin û sê yên din jî birîndar kirin.
Nasnameyên kesên di êrîşê de şehîd bûne Ekrem Subhî Ebû Tûayme, Vecdî Samî Ebû Salah û Beşşar Muhammed Lulî ne.
Di êrîşeke asmanî ya li ser derdora Bircê Endalusê ya li taxa Kerame ya bakur-rojavayê bajarê Xezzeyê de, Eymen Ziyad Selha û Îzzeddîn Selha şehîd bûn.
Xalid Ebû Ewn ê ku doh di êrîşa rejîma îşxalker a li ser Kampa Penaberan a Cebeliye de birîndar bûbû, di dema dermankirinê de mir.
Li nêzîkî çarrêya Netzarimê êrîş
Di êrîşekê de li nêzîkî Çarrêya Şehîdan (Netzarim) a li başûrê rojhilatê bajarê Xezzeyê, raporên destpêkê nîşan didin ku 3 Filistînî hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne. Hejmara rastîn a kuştî û birîndarên li herêmê hêna jî nayê zanîn.
Bi vî awayî, li gorî agahiyên ku ji aliyê Navenda Agahdariyê ya Filistînê ve hatine dayîn, hejmara şehîdên ku di êrîşên ku di nav rojê de li deverên cuda hatine kirin de canê xwe ji dest dane gihîştiye 9an.
Rejîma îşxalker li gel êrîşên xwe yên hewayî, li deverên cuda yên Xezzeyê îxlalkirinên agirbestê jî domand.
Li peravên Dêr el-Belah li başûrê Xezzeyê, keştîyên şer ên sîyonîst keştiyek masîgiran hedef girtin. Her wiha li rojavayê bajarokê Beyt Lahiya li bakur jî guleyên makîneyan hatin reşandin.
Her çend ji deverên rojhilatê Xan Yûnisê guleyên giran ber bi konên ku Filistîniyên koçber lê dimînin li rojava ve dihatin avêtin jî, êrîşên bi heman rengî li rojhilat û bakur-rojhilatê herêma Batn es-Semîn li başûrê bajêr jî hatin kirin.
Li rojhilatê Deyr el-Belah a li navenda Şerîda Xezzeyê û li dora taxa Şuca'iye ya li rojhilatê bajarê Xezzeyê gelek teqîn hatin bihîstin. Her wiha li dora çarrêya Netzarimê teqîn hatin ragihandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heta ku heft şertên wî neyên bicîhanîn, Îran ti gavan navêje û danûstandinan neke.
Li Îmaratê otobûs û qamyon li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku sê tankerên petrolê, ku wan got ku li derveyî rêya xwe ya diyarkirî li Tengava Hurmuzê diçûn, li mayînên deryayî ketin, teqiyan û agir pê ketin.