Agirbesta li Xezzeyê 3 hezar û 795 caran hatiye îxlalkirin
Nivîsgeha Medyayê ya Hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku rejîma sîyonîst ji dema ku agirbest ketiye meriyetê ve 3795 caran îxlalkirin kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama van îxlalkirinan de 1168 Filistînî hatine şehîdkirin û 3734 kesên din jî birîndar bûne, û sozên derbarê alîkariya mirovî û deriyê sînor ê Refehê de bi piranî nehatine bicihanîn.
Nivîsgeha Medyayê ya Hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku di 280 rojên ku peymana agirbestê ketiye meriyetê de, rejîma siyonîst bi awayekî sîstematîk peymanê îxlal kiriye.
Li gorî rapora ku hatiye weşandin, hêzên îşxalker di dema agirbestê de 3 hezar û 795 îxlalkirin kirine. Di encama van îxlalkirinan de, 1 hezar û 168 Filistînî şehîd bûne, 3 hezar û 734 kes birîndar bûne û 149 kes jî hatine desteserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, di 24 saetên dawî de 37 kes ji ber Ebolayê mirin.
Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de di êrîşên rejîma sîyonîst de 10 Filistînî şehîd bûn û 42 kes jî birîndar bûn. Bi vê yekê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 293 kesan û hejmarê birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 906 kesan.
Li Pakistanê barana zêde di rojekê de neh kes canê xwe ji dest dan û lehîyê 28 xanîyan jî wêran kir.
Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşên Emrîkayê yên li ser piran, tesîsên enerjiyê û binesaziya ragihandinê li Îranê hişyarî da ku divê binesaziya sivîl were parastin.