Di dema ku hêzên îşxalker bi hinceta ku lîsteya girtiyên jin ên siyonîst ên di destê berxwedanê de radest nekirin, ji pêkanîna agirbesta li Xezzeyê red kirin, HAMASê jî li ser pabendbûna xwe bi tundî tekez kir.
Agirbest û peymana pevguhertina girtiyan a li Xezzeyê ku di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de li hev hat kirin, saet di 09:30 de ket rewacê.
Berdevkê artêşa îşxalker hincetên pabendnebûna agirbestê nîşan da û got: Heta ku HAMAS erkên xwe pêk neyne û lîsteya girtiyên jin ên siyonîst ên ku wê îro bên berdan pêşkêşî wan neke, agirbest wê nekeve rewacê û êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê berdewam dikin.
Îro danê sibê Tevgera HAMASê bi daxuyaniyeke kurt pabendbûna xwe bi xalên rêkeftina agirbestê piştrast kir û diyar kir ku radestkirina navên ku di qonaxa yekem de hatibûn ragihandin, ji ber sedemên teknîkî li ser erdê hat paşxistin.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku serokwezîrê îşxalê Netanyahu ragihandibû ku wî talîmat daye artêşê ku eger HAMAS lîsteya girtiyên jin radest neke agirbestê rawestîne.
Nûçegihanê El Cezîreyê Tamer El Meşal got, "îsraîl rewşa aram a beriya agirbesta ku dihat payîn şeva borî bikeve meriyetê, bi cih neanî."
Îro danê sibê û êvarê hêzên îşxalker bi bomberdûmana li ser herêmên curbecur ên Xezzeyê berdewam kirin. Hat ragihandin ku gelek kes birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 913an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 750an.
Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS ragihand ku tê payîn lîsteya navên 90 girtiyên Filistînî yên ku di roja ewil a agirbestê de bên eşkerekirin, bê ragihandin.
HAMASê hereketa berxweana Îslamî ya Filistînê got, “Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.”
Îşxala ku ji sibehê ve bi hincetên cuda agirbest binpê kir û herî kêm 31 kes şehîd bûn, ragihand ku agirbest saet 12.15an destpê kiriye. Ji aliyê din ve jî wê di saet 17.00an de hevdîtina yekemîn a rehîneyan pêk were.