Artêşa îşxalker bi veguhestina Xeta Zer li Xezzeyê axa xwe fireh kir
Hikûmeta Filistînê ya li Xezzeyê diyar kir ku artêşa îşxalker Xeta Zer a ku ji bo agirbesta li Xezzeyê hatiye destnîşankirin, guheztiye û gelek malbatên Filistînî dorpêç kiriye.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Ofîsa Medyayê ya hikûmetê li Xezzeyê ve hatiye belavkirin, hatiye diyarkirin ku artêşa îşxalker ji bilî êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê, bi tevgera Xeta Zer jî agirbest îxlal kiriye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "îşxalker bi êrîşên hewayî yên li ser bajarê Xezzeyê û Xan Yûnisê, ku tê de 25 şehîdan canê xwe ji dest dan, bi komkujiya ku doh pêk anî, têr nebû."
Di daxuyaniyê de, ku tekez li ser vê yekê kir ku rejîma sîyonîst êrîşeke bejayî ya nû ber bi rojhilatê bajarê Xezzeyê ve kiriye û agirbest bi awayekî eşkere hatiye îxlalkirin, hat ragihandin ku artêşa îşxalker "cihê Xeta Zer guhertiye û herêma ku kontrol dike 300 metre ber bi kolanên Şûaf, Nezzaz û Bexdayê ve fireh kiriye".
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî ku Xeta Zer hate veguheztin gelek malbat di bin dorpêçê de man, û agahî li ser rewşa kesên ku ji ber pêşveçûna ji nişka ve ya tankan nekarîn ji herêmê derkevin, tune bû.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 10ê Cotmehê ve ku agirbest dest pê kiriye, artêşa îşxalker nêzîkî 400 caran agirbest îxlal kiriye, di encamê de zêdetirî 300 Filistînî mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di erdheja bi lerza 5.7 pileyî de ku li paytexta Bangladeşê qewimî, sê kes mirin.
Di êrîşeke çekdarî ku li bakurê rojavayê Pakistanê hat lidarxistin de 7 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku ew ê ji sibê pê ve dest bi lêgerîna cenazeyên şehîdan di bin kavilan de bikin.