Artêşa sîyonîst mirina efserek û birîndarbûna 4 leşkeran diyar kir

Artêşa rejima îşxalker, daxuyand ku di pevçûnên li Xezzeyê de efserekî mirîye, 4 leşker jî birîndar bûn. Encax agahîyên ku di nav 24 seatên dawîn de ji sehayê têne bidestxistin nîşan dide ku rejim zayîadên xwe bi sîstematîkî veşêr dide.
Rejima sîyonîst ê ku 74 roj in qirkirina xwe didomîne, daxuyand ku di pevçûnên dawîn de efserekî wî mirîye û 4 leşkerên wî birîndar bûne. Di daxuyanîya ku ji teref berdevkê artêşê ve hatîye belavkirin de hat destnîşankirin ku leşkera ku mirîye “efserekî payebilind e”, lê derheqê bûyerê de hurgilî nehat dayîn.
Encax nûçeyên ku di nav 24 seatên dawîn de hem ji ajansên Ereb hem jî ji ajansên mehellî hatine weşandin nîşan dide ku daxuyanîyên fermî rastîyê nîşan nadin. Di dîmenên ku ji teref Komên Berxwedanê yên Filistînê ve hatine weşandin de, tê dîtin ku konvoyên leşkerên sîyonîstan hatine hedefgirtin. Televîzyonên navneteweyî yên wek El-Meyadîn û El Mesîreyê, diyar kirin ku di nav 24 seatên dawîn de herî kêm 10 leşkerên sîyonîst hatine kuştin, gelek wesayîtên bizirx jî hatine îmhekirin.
Sansûra ku li ser artêşa îşxalê te nîşandan ji teref rejimê ve roj bi roj derdikeve holê. Tê zanîn ku rojnameyên wek Haaretz û Yedioth Ahronothê dema ku derheqê zayîadên artêşê de nûçeyek çêbikin bi yekîneya sansûrê re dikevin têkilîyê. Rejima sîyonîst, bi navê parastina morala raya gişt, zayîdên xwe yên giran asteng dike ku bi raya giştî re bê daxuyandin.
Li gorî pisporên leşkerî, zayîadên artêşa sîyonîstan ji meha Cotmeha 2023yan heta niha li gorî reqemên fermî gelek gelek zêdetir e. Analîstvaneke sîyonîst Amos Harel, di daxuyanîya xwe de weha got, “Daxuyanîyên derheqê mirina leşkeran bi bijarte têne kirin û ji gel jî gelek tişt têne veşartin.”
Xeyn ji vana gelek medyaya civakî dibêjin ku gelek malbatên sîyonîstan ji zarokên xwe xeberê nagirin. Ev jî nîşan dide ku zayîadên wan gelek giran in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.