Sîyonîstan li Xezzeyê malbatekî tune kirin: 7 şehîd

Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.
Artêşa îşxalkeran vê sibehê li dijî çend cîhên Xezzeyê êrîşên asîmanî li dar xist, di encamê de zarok jî di nav de 7 kes şehîd bûn.
Derdorê Camîya Omer a ku li herêma Şantîya Kampa Penaberên Şatîyê ye bi fuzeyan hedef girt. Di encamê de Arafat Dîb, pîreka wî û sê zarokên wî di konê de şehîd bûn.
Taxa Safîya li herêma Sikkeya Xan Yûnisê bûn hedefên êrîşên asîmanî. Li vê derê jî sîvîlekî şehîd bû, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Di êrîşeke dinê yê ku li Beyt Lahîyayê hat lidarxistin de jî cenazeya Filistînîyekî ji bin kavilan hat derxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeyê êrîşên rejima îşxalker bênavber berdewam dikin. Di êrîşên dawîn de 7 Filistînî şehîd bûn, bi dehan Filistînî jî birîndar bûn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.