Artêşa îşxalê, 4 kelekên ku tê îddîakirin qaçaxçîtîya tiryakê dikin hedef girt: 14 mirî
Artêşa Emrîkayê, çar kelekên ku dihat îddîakirin li Okyanûsa Pasîfîka Rojhilat tiryakê bar dikirin bombebaran kir, di encamê de 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Herbê yê Emrîkayê Pete Hegseth, di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Wezareta Herbê, li dijî çar keştîyên ku li Pasîfîka Rojhilatê ji teref rêxistinên terorê ve qaçaxçîtîya tiryakê dihat kirin êrîşên kînetîk ên kuştinê li dar xist.”
Hegseth, daxuyand ku di encamê de 14 kes mirine, mirovekî ku sax hatîye xelaskirin jî bi operasyona lêgerîn û xelaskirinê ya ku ji teref koordînasyona rayedarên Meksîkayê ve hatîye kirin ve hatîye qefaltin.
Hêzên Emrîkayê ji 2yê Îlonê vir ve li Karayîpan û Pasîfîka Rojhilat 14 keştîyan binav kir û herî kêm 57 kesan kuşt.
Qesra Spî, di Kongreya Emrîkayê ya di 2yê Cotmehê de hatibû lidarxistin de, diyar kir ku Emrîka bi kartelên tiryakê ku wek “rêxistina terorê” têne wesifandin re di nav “pevçûneke çekdarî ya ku ne navneteweyî ye” de ne, encax navê kartelan eşkere nekir.
Êrîşên ku têne kirin dûçarê rexneyên tund û dijwae ên Demokratan hat. Senatorê Rhode Island, Jack Reed ku payebilindekî Demokratan e, got ku hikûmeta Emrîkayê ji bo êrîşan “sedemeke qanûnî, delîl an jî îstîxbaretekî pêşkêş nekirîye.”
Serokê Venezualayê Nicolas Maduro jî çalakîyên Washingtonê wek rûxandina hikûmetê û firehkirina tesîra leşkerên Emrîkayê ya li ser Emrîkaya Latînî binav dike gelek caran şermezar kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên parastina sivîl û xwebexş, li Meydana El-Qetîbeyê li rojavayê bajarê Xezzeyê gihîştin cenazeyên zêdetirî 60 şehîdan ku di nav wan de kesên nenas jî hebûn.
Başûrê Xezzeyê tevahiya şevê bû hedefa êrîşên hewayî yên dijwar ên rejîma îşxalker. Îro danê sibê ji bo bi dehan Filistîniyên ku di bombebaranê de canê xwe ji dest dan merasîmên cenaze hatin lidarxistin.
Li peravbên rojavaya Lîbyayê kelekek binav bû, di encamê de 18 kes mirin, herî kêm 18 kes jî birîndar bûn.