Kesên ku di bombebarana îşxalê de şehîd bûn têne definkirin
Başûrê Xezzeyê tevahiya şevê bû hedefa êrîşên hewayî yên dijwar ên rejîma îşxalker. Îro danê sibê ji bo bi dehan Filistîniyên ku di bombebaranê de canê xwe ji dest dan merasîmên cenaze hatin lidarxistin.
Li başûrê Xezzeyê, di bombebarana dijwar a ku ji aliyê rejima îşxalker ve tevahiya şevê hat kirin de, bi dehan Filistînî hatin şehîdkirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku bombebaran bi taybetî li herêmên Xan Yûnis û Refahê tesîrdar bûye.
Ekîbên parastina sivîl û yên tenduristî heta sibehê ji bo rizgarkirina şehîd û birîndaran ji bin kavilan xebata xwe berdewam kirin. Di êrîşên şevê de herî kêm 63 kes, di nav wan de jin û zarok jî hebûn, hatin şehîdkirin.
Di sibehê de, merasîmek girseyî ya cenazeyê şehîdan hate lidarxistin. Di cenazeyan de, di nav hêstiran de, Filistîniyan ji bo bidawîanîna îşxalê û êrîşan dua kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên parastina sivîl û xwebexş, li Meydana El-Qetîbeyê li rojavayê bajarê Xezzeyê gihîştin cenazeyên zêdetirî 60 şehîdan ku di nav wan de kesên nenas jî hebûn.
Artêşa Emrîkayê, çar kelekên ku dihat îddîakirin li Okyanûsa Pasîfîka Rojhilat tiryakê bar dikirin bombebaran kir, di encamê de 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Li peravbên rojavaya Lîbyayê kelekek binav bû, di encamê de 18 kes mirin, herî kêm 18 kes jî birîndar bûn.