Balafirên leşkerî li ser Fîloya Berxwedanê nizm firîyan

"Fîloya Berxwedanê" ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê derket rê, di nav hefteyekê de cara duyemîn ji teref balafirên leşkerî yên nenas ve rastî tacîzê hat.
Çalakvanan peyamek biryardariyê weşandin û ragihandin ku ew bêyî guhertina rêya xwe ber bi Xezzeyê ve pêşve diçin.
"Fîloya Berxwedanê" ku li Behra Navîn ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê pêş ve diçû, roja Înê careke din ji teref balafirên leşkerî yên nenas ve rastî tacîzê hat. Fîlo ragihand ku du balafirên leşkerî li ser keştiyan li peravên Girîtê, Yewnanîstanê, nizm difirin.
Çalakvanan gotin, "Ev cara duyemîn e di hefteyekê de ku em rastî vê celeb tacîzê tên. Lêbelê, moralê me bilind e. Em hinekî nêzîkî Xezzeyê ne, û em bi alavên alîkariyê û baweriya xwe ya bêdawî rêya xwe didomînin."
Ev fîloya keştîyan, bi beşdariya bi sedan çalakvanên ji zêdetirî 40 welatan, di 26ê Tebaxê de ji Barcelonaya Spanyayê û dû re jî di 1ê Îlonê de ji Genovaya Îtalyayê dest bi rê kir. Keştî alîkariyên mirovî, bi taybetî jî pêdiviyên tenduristî, hildigirin.
Rejîma sîyonîst berê êrîşî keştîyên alîkarîyê yên ber bi Xezzeyê ve diçûn û desteser kiribû û çalakvanên dersînor kiribû. Lêbelê, vê carê, çûyîna hevdem a bi dehan keştîyan wekî gaveke dîrokî ber bi şikandina dorpêça li ser 2.4 milyon Filistînîyên li Xezzeyê hatî ferzkirin tê dîtin.
Rejîma sîyonîst ji 2ê Adarê ve hemû derîyên bejayî yên ber bi Xezzeyê ve girtine. Astengkirina rê li ber şandina sotemenî, xwarin û dermanan, herêm xistiye nav krîzeke mirovî ya giran û li gorî raporên rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî, bi hezaran zarok li Xezzeyê di bin talûkeya birçîbûnê de ne.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşan de herî kêm 65 hezar û 549 Filistînî şehîd bûne û zêdetirî 167 hezar kes jî birîndar bûne. Ji ber birçîbûn û tinebûna dermanan 442 Filistînî, ku 147 ji wan zarok in, canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro sibê, 10 keştiyên din ji Bendera San Giovanni li Cuti ya li Catania, Sicilyayê, ji bo şikandina dorpêça li ser Şerîda Xezzeyê derketin rê.
Gazî Hemed, yek ji rêberên Hamasê, ragihand ku tevger amade ye ji rêveberiya Xezzeyê vekişe. Hemed diyar kir ku ew pabendî rêkeftineke berfireh in ku tê de azadkirina hemû girtiyên Filistînî jî heye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku sîstema tenduristiyê li Xezzeyê gihîştiye ber hilweşînê, û zêdetirî 15.000 birîndar hewceyê dermankirina acîl in.