Gazî Hemed: Em amade ne ku ji rêveberiya Xezzeyê vekişin

Gazî Hemed, yek ji rêberên Hamasê, ragihand ku tevger amade ye ji rêveberiya Xezzeyê vekişe. Hemed diyar kir ku ew pabendî rêkeftineke berfireh in ku tê de azadkirina hemû girtiyên Filistînî jî heye.
Gazî Hemed, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, ragihand ku tevger amade ye ji rêveberiya Xezzeyê vekişe. Hemed di hevpeyvînekê de ligel CNNê tekez kir ku HAMAS beşek girîng a civaka Filistînê ye û nayê dûrxistin.
Hemed saxmayîna şandeya HAMASê, ku di êrîşa rejîma siyonîst de li Dohayê di 9ê Îlonê de bû hedef, wekî "mucîze" bi nav kir. Wî ev êrîş wekî hewldanek rejîma siyonîst ji bo têkbirina pêvajoya mizakereyan bi nav kir.
Rêberê Hamasê got ku ew pabendî rêkeftineke berfireh in ku tê de azadkirina hemû girtiyên Filistînî jî heye.
Li Xezzeyê 48 êsîrên siyonîst hene, tê texmînkirin ku 20 ji wan sax in. Zêdetirî 11 hezar êsîrên Filistînî di zindanên rejîma sîyonîst de ne.
Daxuyaniyên Hemed di demekê de hatin ku Serokê Emrîkayê Donald Trump plana xwe ya 21 maddeyî ji bo Xezzeyê eşkere kir, ku tê de rêveberiyek bê Hamas û pêvajoyek ji nû ve avakirinê tê xwestin. Plan beşdariya Desthilata Filistînî ya bi sînor pêşbînî dike.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma siyonîst, Benyamin Netanyahu, armancên qirkirinê wekî berdana hemû êsîran, tunekirina kapasîteya HAMASê û vegerandina Xezzeyê ji bo ku êdî ji bo rejîma sîyonîst nebe tehdîd, ragihandibû.
Qirkirina rejîma sîyonîst li dijî Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dike. Di encama êrîşan de, bi deh hezaran Filistînî şehîd bûn, bi sed hezaran birîndar bûn û krîzeke mirovî ya bêhempa li herêmê diqewime. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro sibê, 10 keştiyên din ji Bendera San Giovanni li Cuti ya li Catania, Sicilyayê, ji bo şikandina dorpêça li ser Şerîda Xezzeyê derketin rê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku sîstema tenduristiyê li Xezzeyê gihîştiye ber hilweşînê, û zêdetirî 15.000 birîndar hewceyê dermankirina acîl in.
"Fîloya Berxwedanê" ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê derket rê, di nav hefteyekê de cara duyemîn ji teref balafirên leşkerî yên nenas ve rastî tacîzê hat.