Berxwedan careke din li îşxalkeran xist: 2 leşkerên sîyonîst hatin kuştin, 6 jî bi giranî birîndar bûn

Di teqîna li başûrê Xezzeyê de, du leşkerên artêşa îşxalker hatin kuştin û şeş jî bi giranî birîndar bûn.
Li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Xezzeyê, hêzên berxwedanê avahiyek ku yekîneyeke taybet a artêşa îşxalker di nav de xwe veşêr didan bi dûr ve teqandin.
Di operasyonê de du leşkerên sîyonîst hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, hat îfadekirin ji wan şeş bi giranî birîndar bûne. Birîndar di şevekê de ji teref yekîneya tehliyekirina hewayî ya rejîmê "669" ve ji herêmê hatin derxistin û ji bo Nexweşxaneya Beilinson hatin veguhastin.
Çapemeniya îşxalker, di daxuyaniyekê de derbarê êrîşê de ku serê sibê hat kirin, hejmara miriyan gihand du kesan û diyar kir ku rewşa hinek leşkeran di talûkeyê de ne.
Di heman demê de, artêşa sîyonîst ragihand ku efserekî ji Tûgaya Golanî di pevçûnên li başûr de miriye; lêbelê, nehat diyarkirin ka ev efser di teqînê de miriye an di pevçûneke dinê de mirîye.
Tesîra zêde ya berxwedanê li heman herêmê balkêş e. Xan Yûnis di hefteyên dawî de bûye cihê gelek kemînan, opersayonên bi mayînan û operasyonên berxwedanê, ku ziyanên mezin gihandiye artêşa îşxalker. Kemîneke din roja Duşemê li Beyt Xanûnê pênc îşxalker kuştin û 14 kesên din jî birîndar kirin.
Li gorî medyaya îşxalker, hejmara qurbaniyan li Xezzeyê ji 20 kesan derbas bûye. Ji ber ku dijwarbûna berxwedana li ser erdê pêşveçûna hêzên îşxalker hêdî kir, pêlek nû ya wêraniyê li Xan Yûnisê bi tank û alavên leşkerî dest pê kir. Buldozerên îşxalker deverên ku bi sedan sivîl berê kon lê vedane wêran kirin. Sivîlên bêçare neçar man ku ji herêmê birevin, nikarîbûn eşyayên xwe jî bistînin.
Ev pêşketinên li Xan Yûnisê careke din nîşan didin ku îşxalker bi windahiyên ji yên ku dihatin hêvîkirin pir mezintir re rû bi rû ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker di êrîşên xwe yên ku nav 24 saatên dawîn li dar xist de, 74 Filistînîyan şehîd kir. Di êrîşan de bi taybetî xanî, sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn û çadirên penaberan hatin hedefgirtin.
Ensurallah a Yemenê ragihand ku ew li Negevê û bendera Um er-Raşraşê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi dronan noqtayek leşkerî hedef girtin.
HAMASê, êrîşa ku li Refahê li dijî noqteya belavkirina alîkarîya însanî hat lidarxistin wek “qetlîameke wehşî” nirxand.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.