Ensarullahê ji hedefên sîyonîstan de du operasyon li dar xist

Ensurallah a Yemenê ragihand ku ew li Negevê û bendera Um er-Raşraşê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi dronan noqtayek leşkerî hedef girtin.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yehya Serî ragihand ku hêza hewayî ya Hêzên Çekdar ên Yemenê, ji bo piştgiriya berxwedana Xezzeyê, bi sê balafirên bêpîlot re operasyoneke leşkerî ya hevdem û dualî pêk anî.
Serî got, "Du ji van dronan hedefeke girîng a leşkerî ya dijminê siyonîst li herêma Negevê hedef girtin, ya din jî bendera Um el-Raşraş (Eylat) li Filistîna îşxalkirî hedef girt. Bi îradeya Xwedê, operasyon bi serkeftî gihîşt armancên xwe."
Dijminê sûcdar li dijî birayên me û xwişkên me yên li Xezzeyê komkujiyên hovanetir pêk tîne, li ber çavên cîhanê zarok û jinan dikuje, malan wêran dike, konan bombebaran dike û gihîştina xwarin û dermanan asteng dike.
Serî tekez kir ku heta ku êrîşên li ser Xezzeyê neyên rawestandin û dorpêç neyê rakirin, operasyon wê berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 58 hezar û 573yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 139 hezar û 607 kesan.
Li wîlayeta Takhara bakurê Efxenisanê ji 7 tonî zêdetir haşhaş, li ber çavên xelkê hatin îmhekirin.
Rejima îşxalker di êrîşên xwe yên ku nav 24 saatên dawîn li dar xist de, 74 Filistînîyan şehîd kir. Di êrîşan de bi taybetî xanî, sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn û çadirên penaberan hatin hedefgirtin.