Bi duayan temelê Mizgefta Şehîd Yehya Sinvar hat avêtin

Kerwana Hêvîyê ya ku li Burundî xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, temelê mizgefta ku li ser navê Şehîd Yehya Sinvar ê yek ji pêşengên HAMASê tê çêkirin, bi duayan danî.
Kerwana Hêvîyê ya ku bi rojan e li Burundî ji bo pêkanîna gelek projeyên alîkarîyê xebatên xwe dimeşîne, piştî ku goştê qurbanê, Qurana pîroz, betanî, maseyên dibistanê û tevir û mer pêşkêşî cotkaran kir, temelê Mizgefta Şehîd Yehya Sinvar danî.
Dildarê Kerwana Hêvî Abdulvahap Kaplan der barê projeya ku dê pêk bînin de jî diyar kir ku ji bo ku navê Şehîd Yehya Sînwar zindî bihêlin û pêwîstiya gelê herêmê bi îbadetxane hebe wan projeyek bi vî rengî pêk aniye ku ew di vî warî de ji xêrxwazan hêvîya piştgirîyê dikin.
Mizgefta ku tê plankirin di demeke kin de bê temamkirin dê gelek kesên li herêmê îbadetê bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi erêkirina plana îşxalkirina Xezzeyê ya rejima îşxalker, nêzê milyonekî Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê dijîn ew ê carekî dinê jî ji koçê re werin mecbûrhiştin.
Rejima îşxalker, li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne. Di êrîşên ku sîvîlên li hêvîya alîkarîyêbûn hatin hedefgirtin de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Ev bû du roj e li Çînê şilîyeke dijwar heye, vê şilîyê jî bû sedema lehî û hezazê; di encama bûyeran de 10 kes mirin, 33 kes jî winda bûn.
Tevgera Hamasê bang li gelên azad ên li çaraliyê cîhanê kir ku roja Înê, Şemî û Yekşemê bi Xezzeyê re hevgirtinê nîşan bidin.