Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, Tevgera Ensarullaha Yemenê careke din wek "rêxistina terorê ya biyanî" bi nav kir.
Rêveberiya Emrîkayê ragihand ku Tevgera Ensarullaha Yemenê ketiye lîsteya "rêxistina terorê ya biyanî".
Di daxuyaniya Qesra Spî de ev daxuyanî hatin dayîn:
“Hûsiyên ku ji teref Supaya Quds a Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve tên piştgirîkirin, ku rêxistinên terorîst li çaraliyê cîhanê çek û perwerde dike, ji sala 2023an û vir ve bi dehan caran gule li keştiyên şer ên hêzên deryayî yên Emrîkayê reşandine û jin û mêrên bi unîformayên Emrîkî kir talûkeyê.
Ji dema ku piraniya beşên Yemenê di salên 2014-2015an de bi zorê desteser kirin ve, Hûsiyan gelek êriş li ser firokexaneyên sivîl li Erebistana Siûdî, êrişên kujer ên Çile 2022 li ser Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, û zêdetirî 300 êriş li ser îsraîlê, ji Cotmeha 2023an vir ve gelek êrîşên li ser binesaziya sivîl pêk anîn.
Her wiha Hûsiyan zêdetirî 100 caran êrîşî keştiyên bazirganiyê yên ku di Bab el-Mendeb re derbas dibûn kirin, bi kêmî ve çar deryavanên sivîl kuştin û hinek seyrûsefera bazirganiya deryayî ya Deryaya Sor bi darê zorê birin, û ev yek bû sedema enflasyona cîhanî.
Çalakiyên Hûsiyan ewlekariya sivîl û personelên Emrîkî li Rojhilata Navîn, ewlekariya hevkarên me yên herêmî yên herî nêzîk û aramiya bazirganiya deryayî ya cîhanî dixe talûkeyê."
Li gor biryarnameya ku ji teref Serokê Emrîkayê Donald Trump ve hatiye îmzekirin, Wezareta Derve ya Emrîkayê dê di nava 30 rojan de bi awayekî fermî Tevgera Ensarullahê bixe lîsteya rêxistinên terorê.
Wezîrê Derve yê berê yê Emrîkayê Antony Blinken ragihand ku wan tevgera Ensarullahê ji 16ê Sibata 2021ê pê ve ji lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî derxistine.
Tevgera Ensarullah di rojên dawî yên rêveberiya berê ya Donald Trump de ket lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 283 kesan û 111 hezar û 472 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku artêşa îsraîlê di roja 57emîn de 8 caran peymana agirbestê ya bi Lubnanê re îhlal kiriye û bi tevahî îhlalên agirbestê gihaştîye 629an.
Kerwana Hêvîyê ya ku li Burundî xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, temelê mizgefta ku li ser navê Şehîd Yehya Sinvar ê yek ji pêşengên HAMASê tê çêkirin, bi duayan danî.