Cîhada Îslamî: Agirbest bi saya fedakarîya gelê me pêk hat

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bal kişand ku agirbest û peymana danûstandina êsîran a bi rejîma sîyonîst re ne lutif bû, lê bi saya berxwedana şehîdan pêk hat.
Tevgera Cîhada Îslamî diyar kir ku peymana agirbest û pevguhertina êsîran a bi rejîma qirker re, tevî ku hewldanên Ereb û navneteweyî nirxand, di serî de bi saya wêrekî û fedakariya gelê Filistînê û şervanên berxwedanê yên li ser erdê pêk hat.
Tevgerê diyar kir ku şehîd sembola berxwedanê ne û bêyî beşdariya wan ne mimkun bû ku di danûstandinan de helwesteke ewqas xurt bi dest bixista.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev peyman bi saya biryardariya gel û şervanan pêk hatîye, şehîd nayên jibîrkirin û doza Filistînê ew ê bi biryardarî li gorî azadî, serxwebûn û mafên neteweyî were parastin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên Girava Mindanaoyê di mezinahîya 7.4an de erdhejek qewimî. Rayedaran piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê dan. Di heman demê de, li Papua Gîneya Nû jî erdhejek bi pileya 6.3 çêbû.
Li gorî merhaleya yekem a peymana agirbestê li Xezzeyê, ew ê leşkerên îşxalker pêşî ji cîhek diyarkirî re vekişin û dû re êsîr wê werin berdan.
Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini diyar kir ku peymana li Xezzeyê hatiye kirin rehetiyek mezin aniye û got, "Me xwarin, derman û pêdiviyên bingehîn amade kirine ku ji bo Xezzeyê werin şandin."
Berdevkê berê yê artêşa îşxalker diyar kir ku milîsên ku bi hêzên îşxalker ên li Xezzeyê re hevkariyê dikin "nikarin bikevin îsraîlê", û her wiha got ku ev kes ew ê neçar bimînin ku encamên biryarên xwe bi xwe bikişînin.