Fînala bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” li Dîyarbekirê hat tertîpkirin

Bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatibû destpêkirin, fînala xwe li Dîyarbekirê li Camîya Kurşunluyê li dar xist.
Li giştîyê Dîyarbekirê ji zarokên 7-12 salî re perwerdehîya nimêjê hat dayîn, ew perwerdehî bi bernameyeke mezin hat xemilandin.
Bi hezaran zarok di destê wan de pankart û cil û bergên ku derheqê nimêjê de hatibûn amadekirin ji meydanê re meşîyan.
Zarokên ku beşdarî bernameyê bûbûn tim û tim selawatan, siloganên derheqê nimêj û Xezzeyê de bûn anîtin ziman.
Bernameya ku li Camîya Kurşunluyê hat lidarxistin bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Dûre perwerdekar Davut Yazgîl derheqê rojê de axavtinek kir û ji zarok, malbat û xoceyên ku wan zarokan perwerde kirin re ji ber ked û hessasîyeta wan sipasîyan kir.
“Ey Îyaz Bîn Xanem! We ala Hezretî Muhammed li ser bedenên Dîyarbekirê daleqand, wa nevîyen we li vê derê ne”
Yazgîl di axavtina xwe de bang li Hezretî Suleyman û Îyaz Bîn Xanem kir û got, “Wa nevîyên we li vê derê ne. Hûn ji bona ku esra seadetê bidin jîyandin ala Hezretî Muhammed li ser bedenên Dîyarbekirê daleqand, wa em jî ji bo vêya li vê derê civîyane.”
Yazgîl dûre ji zarokan re axivî û got, “Ey zarokno! Hûn ji vê seatê şûnve pasdaranên nimêjê ne. Hûnê li her derê, li malê, dibistanê, taxê û camîyê nimêjên xwe bikin û di nimêja xwe de sersarîyê nekin.”
Davut Yazgîl dûre ji dêûbavê zarokan re jî bang kir û got, “Ji kerema xwe re ji bona ku zarokên we li gorî çanda Îslamê bijîn û mezin bibin li malên xwe bernameyan tertîp bikin. Mala Misilmanan bêbername nabe. Weka ku Resûlê Xwedê dibêje di nav malê de şivanekî heye, ew şivan jî bav e. Û di nav malê de mamosteyek jî heye, ew jî dê ye. Divê dê, wê malê bike wek sinifekî. Di wê sinifê de kî li ku derê rûnê û wê kî çi bike, bernameya wî çawabe… Ev jî karê dê ye. Ji bona Xwedê di nimêja serê sibehê de bavê zarokan şîyar bikin û berê wan bidin camîyê. Çîmkî ew ê bav bereketa wê sibehê kom bike û bîne mala xwe. Di nav malê de jîyan bi nimêja serê sibehê dest pê bike. Di nav malekî bêbername de jîyaneke Îslamî û çandekî Îslamî nayê meşandin.”
“Ev dîmen rasterast dikeve nav çavê neyarên Îslamê”
Yazgîl di berdewama axavtina xwe de ji xoceyan re jî bang kir û axivî, “Ey ciwanno! Pêşî Xwedê ji we razî be. Xwedê xêra we qebûl bike. Ey ciwanên ku berîya her tiştî kar û wexta xwe ji van zarokan re cuda kirine û bi wan re mijûl bûne, hûn pir û pir biqîmet in. Yê ku ew ê vê civakê bîne rê hûn in. Ew ê ku ji vê memleket û welatê re esra seadetê bîne dîsa hûn in. Ev dîmena li vê derê di çavê dijminê Îslamê de diçe. Ji ber vê yekê ev xizmeta ku hûn dikin biçûk nebînin.”
Yazgîl, di dawîya axavtina xwe de ji micahîdên li Xezzeyê re silav şand û bi wê şeklê dawî kir.
Bi xwendina azana esrê, nimêj hat kirin û îlahî û qesîde hatin xwendin.
Dûre Hecîwat û Kor û Lawikê Keçel û Nasreddîn Xoce derketin sehnê û ji zarokan re wextên xweş dan derbaskirin.
Bername dûre bi leyîstikan dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mele Beşîr Varol ku di panêla Melayê Cizîrî ya ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî weha got, “Em ê heta qîyametê Kurdîtîyê ji kitêbên van zatan hîn bibin. Çîmkî van însanan di mekteba Îslamê de perwerde bûne û mezin bûne. Bingeha ku avêtine saxlem e. Em ê heta qîyametê dersa Kurdîtîyê ji wan bigrin.”
Prof. Dr. Nesîm Sonmez di panêla Melayê Cizîrî ya ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî û got, “Melayê Cizîrî, di dîwana xwe de felsefeya Îslamê ji serî ve şîrove kirîye. Ev tiştek rast e ku fikrên wî di pêşveçûna medenîyeta însanîyetê de feyde çêkirîye.”
Li Mêrsînê serwîsa ku karker di nav de bûn qulipî, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 5 kesan canê xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya ku li Êlihê du tir li hev qelibîn pêk hat de, şofêrê tira ku xera bûbû canê xwe ji dest da, şofêrê dinê jî giran birîndar bû.