Cîhada Îslamî pêşnûmeya Emrîkayê ya li ser Xezzeyê red kir: Divê çavdêriyeke navneteweyî li ser Xezzeyê were sepandin
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bertek nîşanî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji aliyê Emrîkayê ve hatiye amadekirin da û diyar kir ku ev biryar Xezzeyê tecrîd dike, mafê berxwedanê yê gel desteser dike û qanûnên navneteweyî îxlal dike.
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê derbarê biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji aliyê Emrîkayê ve hatiye amadekirin de daxuyaniyek fermî weşand.
Di daxuyaniyê de tekez hat kirin ku ev biryar wesayeteke navneteweyî li ser Xezzeyê ferz dike û ji aliyê hemû beşên nifûsa Filistînê ve tê redkirin. Tevgerê ev biryar wekî hewldanek ji bo bicihanîna armancên dagirkeriyê bi nav kir, ku ew bi şerên xwe nekarîn bi dest bixin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar Xezzeyê ji deverên din ên Filistînî cuda dike, mafê diyarkirina çarenûsa xwe ji bo gel desteser dike û mafê berxwedanê îxlal dike.
Cîhada Îslamî diyar kir, "Mafê gelê me yê li dijî dagirkeriyê bi hemû rêbazên rewa li ber xwe bide, ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatiye garantîkirin û çekên berxwedanê garantiya vî mafî ne. Tayînkirina her hêzek navneteweyî ji bo berhevkirina çekên berxwedanê tê wateya windakirina bêalîbûna xwe û bûyîna şirîkê ajandaya dagirkeriyê."
Tevgerê diyar kir ku her çend alîkariya mirovî û vekirina deriyên sînor bo Xezzeyê erkên mirovî bin jî, biryarê ew veguherandiye amûrên zext û şantajê yên siyasî. Her wiha tekez kir ku avakirina hikûmetek bi piştgiriya Amerîkayê qanûnên navneteweyî îxlal dike ji ber ku ew bêyî razîbûna gel hatiye bicîhanîn.
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê diyar kir ku biryar hesabê sûcdarên şer, berpirsiyariya dagirkeriyê paşguh kiriye û dorpêça Xezzeyê ranekiriye û biryarê wekî hewldanek ji bo parçekirina axa Filistînê û piştgirîkirina polîtîkayên dagirkeriyê bi nav kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojnameya Wall Street Journal nivîsand ku avakirina ewlehiyê ya qismî li Xezzeyê ligel agirbestê piştgiriya civakî ji bo HAMASê zêde kir, ku ev yek plana bêçekkirinê ya Trump dijwartir kir.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Naîm Qasim, pejirandina plana Emrîkayê û meyla danûstandinê bi rejîma sîyonîst re wekî "pêvajoyek talûke ya tawîzan" bi nav kir û got ku divê Lubnan berpirsiyariya xwe ya neteweyî bicîh bîne.
Yek ji rayedarên HAMASê Usame Hamdan, plana bicîhkirina hêza bi gelek netewî ya Emrîkayê red kir û got ku ev ji fikra tesfîyekirina doza Filistînê ya sîyonîstan re piştgirîyê dide.