Çeteyên Cihûyê li Şerîaya Rojava darên Filistînîyan jê dikin

Çeteyên Cihûyî, li nêzê bajara Beytullahîm a başûrê Şerîaya Rojavayê bi dehan rez, darên zeytûnê û biîvan ên ku aîdê Filistînîyan in qut kirin.
Serokê Şaredarîya Nahalînê Cemal Necacîra, daxuyand ku çeteyên Cihûyî li herêma Banyasa bakurê Nahalîn a Beytullahîmê nêzê 100 rez, darên zeytûn û biîvan ên Muhammed Îbrahîm Şabanê Filistînî jêkirin.
Necacîra destnîşan kir ku heman komên çeteyan li herêma Vad Abû Şaarê jî 40 darên Salîm Necacîrayê Filistînî jî jê kirine.
Li gorî rapora meha Tîrmehê ya Dîwara Cuda (Dîwara Şermê) ku girêdayê bireveberîya Filistînê ye û Konseya Micadeleya Bi Yekîneyên Jîngeha Cihûyîyan, çeteyên jîngeh ên Cihûyî, meha borî li giştîyê Şerîaya Rojavayê li dijî mal û milkên Filistînîyan 466 êrîşan pêk anîtine.
Di encama van êrîşan de 4 Filistînî şehîd bûn, ji 50 zêdetîr Bedewî jî bi zorê ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Polêsê Efxen, li başûrê Efxenistanê 9 ton tiryakê îmhe kirin û 100 kesan jî binçavkirin.
Komên Filistînî yên berxwedanê derheqê birçîbûna ku li Xezzeyê heye de daxuyanî dan. Hat gotin ku divê korîdora alîkariya acîl bê vekirin. Divê di nava ewlehiyê de alîkarî têkeve nava Xezzeyê.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, plana kontrolkirina bajara Xezzeyê ya rejima îşxalker wek “Gengeşîyekî bi talûke” nirxand. Û îfade kir ku ew ê krîza li wê derê kurtir be.
Di pevçûna ku li Hîndistanê pêk hat de 2 leşker hatin kuştin.