Çeteyên Cihûyî êrîşê Kafr Malik kirin: 3 Filisînî şehîd bûn

Çeteyên cihûyî yên ku di bin parastina rejima sîyonîst de ne, li bajaroka Kafr Malika rojhilata Şerîaya Rojavayê êrîşan pêk anîtin, di encamê de 3 Filistînî şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku çeteyên cihûyî û îşxalkerên ku bi wan re hatin êrîşê Kafr Malik kirin, û 3 Filistînîyan şehîd kirin, 7 Filistînîyan jî birîndar kirin.
Hîva Sor a Filistînê, diyar kirin ku ekîbên tenduristîyê yên ku serê ewil gihaştine cîhê bûyerê midexeleyê 5 kesan kirine, diyar kir ku piranîya birîndaran rewşa wan giran in.
Çeteyên Cihûyî, wesayît hatin û xanîyan jî şewitandin.
Çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku bi dehan cihûyî bi komî êrîş pêk anîtin û ji xanî û wesayîtên Filistînîyan re zerarê dan. Li hember êrîşê re gelê Kafr Malik û gundîyên derdorê berxwedanê nîşan dan.
Hêzên rejima îşxalker jî çeteyan parastin û asteng kirin ku ambûlans biçin ser birîndaran.
Leşkerên rejima sîyonîst du roj berê jî zarokekî bi navê Ammar Mu’taz Hamayelê 13 salî şehîd kiribûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump doza gendeliyê ya ku li dijî Serokwezîrê rejîma sîyonîst Benyamin Netanyahu hatiye vekirin, parast. Trump Netanyahu wekî "qehreman" bi nav kir û xwest ku doz were betalkirin an jî Ew were efûkirin.
Li wîlayeta Guanajuatoya Meksîkayê li dijî malekî êrîş hat lidarxistin, di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê Ebû Ubeyde, destnîşan kir ku li hember rejima êrîşên îşxalker berxwedan bênavber berdewam dike. Wî bal kişand ku kemînên li Xezzeyê têne danîn di esra dawîn a modern de mînakên herî wêrek ên berxwedanê ne.