Di êrîşên li başûrê Îranê de çar endamên Muhafizên Şoreşê hatin kuştin
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (SUPA) ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa li ser Meydana Tehranê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 4 kesan.
Li gorî nûçeya Sepah News, ajansa nûçeyan a fermî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, hejmara kuştîyên di nav Sipaha Pasdaran de gihîştîye çar kesan.
Nehat diyarkirin ku êrîşkar ji kîjan rêxistinê pêk tên.
Ji bo girtina êrîşkaran operasyoneke berfireh dest pê kiriye.
Di daxuyaniyekê de berê, Supaya Pasdaran a Şoreşa Îranê diyar kiribû ku sê leşkerên wê dema ku li ser wezîfeyên xwe bûn û sînorê Îranê diparastin, ji teref êrîşkaran ve hatine kuştin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.