Di êrîşên li Sûrîyeyê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan

Sîyonîstên îşxalker êrîşî bajara Deraya Sûrîyeyê kirin, di encama êrîşê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Sîyonîstên îşxalker, êrîşên xwe yên li Sûrîyeyê didomîne. Li gorî xebera SANAyê, sîyonîstên îşxalker Bendava El Cebalîyeya Derayê hedef girtin. Di êrîşê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst bi tenê qîma xwe bi êrîşên li Derayê neanît. Balafirgeha Hama û derdorê wî, Balafirgeha Leşkerî ya T4 a girêdayê Humusê û binesazîyên leşkerî yên li Şamê jî hatin hedefgirtin. Di heman demê de rojavaya Derayê jî bi topavêtan hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi dehan pîlotên aktîv û cîgir ên siyonîstên îşxalker, hukûmetê bi wezîfê berdanê tehdîd kirin.
Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku wan balafireke din a bêpîlot a artêşa Emerîkayê ya îşxalker ku di 10 rojên dawî de sêyem balafira bêmirov e xistiye xwarê.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 810 kesan û 115 hezar û 688 kes jî birîndar bûn.
Çîn ragihand ku ewê li dijî tehdîda Trump a tarîfeya baca gumrikê ya sedî 50 bisekinin û ji bo parastina heqê xwe wê tedbîran bigire.