Mele Mizgîn: Tirk û Kurd dema ku ala cîhadê girtin destê xwe bûn mezinên alemê

Mehmet Beşîr Varol Xoce (Mele Mizgîn), di Mewlûda Nebî ya ku li Cizîrê hat lidarxistin de axivî, Wî diyar kir ku Tirk û Kurd di dîrokê de aîma ala berxwedan û cîhada Îslamê girtine destê xwe û hakimê dinyayê bûne, dema ku terka vê rê kirine jî ji paşve mane.
Weqfa Evîndarên Pêxember, di çarçoveya “Jîyandin û Fêhmkirina Sunneta Hezretî Muhammed” de her sal bernameyên Mewlûda Nebî tertîp dike, Weqf, vê salê jî bi şîara “Rêberê Berxwedanê Hezretî Muhammed” bernameyan da destpêkirin.”
Bernameya Mewlûda Nebî ya ku li navçeya Cizîra Şirnexê dest pê kir, li Beşa Şanoya Amfî ya Pira Îsmaîl Ebul-îz El Cezerî hat tertîpkirin.
Di bernameyê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mehmet Beşîr Varol (Mele Mizgîn), bi Kurmancî axavtinek kir.
Varol destnîşan kir ku cîhê Cizîrê di Îslamê de cîhekî wî yê cuda heye, “Cizîr di qelbê me cîhekî mezin jê re heye. Lewra di tarîxa Îslamê de cîhekî wî ya mezin heye. Lewra Cizîr cîhê bereket, eşq û îlmê ye. Cizîr daîma bi şerefê hatîye naskirin, bi îzzet, bi namûs, bi îlm û merîfetê hatîye naskirin. Ji ber vê dema ku em têne Cizîrê em heyecanê distînin û eşqa me tijî dibe. Bilxasse, di vê esra me ya paşîn de yekî weke Şêx Zekî ku li vê derê ji bo nusreta dînê Îslamê, ji bo îzzeta Îslamê û milletê Kurd hatîye şehîdkirinê. Ev jî ji Cizîrê re şerefeke mezin e û ji qatilên wî re jî rûreşî ye.”
Mele Mizgîn îfade kir ku cîhê milletê Kurd di Îslamê de cîhekî wî ya cuda û taybet heye, “Milletê Kurd, di tarîxa Îslamê de cîhekî mezin jê re heye. Daîma bi îzzetê, şerefê hatîye naskirinê milletê Kurd. Milletê Kurd, di tarîxê de daîma, bi mêranîyê, bi namûsê, bi xîretê, bi îzzetê, bi şerefê hatîye naskirinê. Daîm li dînê Xwedê û Resûlê Xwedê xweyîtî kirîye. Bi vê şerefê hatîye muşerrefkirinê. Lê hinek rûreş dixwazin vî şerefa vê milletê bişkînin. Ev milletê hanê daîma xweyîtî ji bindesta re kirîye. Li hember zilmê, li hember emperyalîstan rabûye. Îro emperyalîst dixwazin vê gelê ji bo menfeatên xwe bidin aletkirin. Dixwazin vê miletê ji zilm û kufra xwe re bikin alet. Lê beyhûdeye. Ew tucarî nagijîn emelên xwe. Lewra rihê milletê Kurd, qelb û xwîna milletê Kurd bi Îslamê hatîye havênkirinê. Ew çiqas cehd û xeyretê serf bikin, nikarin vî milletê ji vê şerefê dûr bikin. Nikarin vê milletê ji menfeatên xwe re bikine alet. Ev ecdadê tahir û paqij, tu carî ewladên wan nabine aletê kufr, zilm û delalet û bêxîretîyê. Ev millet dînê wî bi Îslamê hatîye hevîrkirin. Tu carî kes nikare vî milletê ji Xwedê, Pêxemberê wî, dînê wî, şeref û namûsê dûr bikin.”
“Dîroka me dîroka şerefê, dîroka îzzetê ye”
Varol, “Gelî xûşk û birayên min, em li xwe xweyîtîyê bikin. Ev tarîxa me tarîxa şeref û îzzetê ye. Em vê îzzeta xwe muhafeze bikin. Ji çend heb xaîn û çepelan re nekine alet. Hefsalên xwe nekin nav destê çepelan, bila daîma hefsalên me di destê Xwedayê îzzetê, Pêxemberê wî û dînê wî de be. Hemd ji Xwedê re me heta îro vêya muhafeze kirîye û ji vê pêve jî wê muhafeze bikin.”
Mele Mizgîn bibîrxist ku di dîrokê de daîma Pêxember li hember zaliman serî rakirine, “Xwedê Rebbê kaînatêye. Kî xwe bi zîncîra Xwedê re girê daye bilind bûye. Kî destê xwe ji zîncîra Xwedê berdaye xwe teslîmê ebdên pîs û beredayî kirine ew nizm bûne. Enbîyayên Xwedê daîma li hember zaliman serî rakirine. Daîma xwedî li mezlum û bindestan kirine. Dînê Îslamê dînê mezlum û bindesta ne. Xwedê ji temamê qewman re Pêxemberan şandîye. Xwedê ji Pêxemberan re ev emrê kirîye. ‘Ji qewmên xwe re bibêjin bira li pey Xwedê herin, îbadetê Xwedê bikin, destê xwe ji zîncîra Xwedê bernedin. Xwe teslîmî taxuta, şeytana xerab û çepelan nekin.’ Di tarîxê de daîma Pêxember li ber zaliman serî rakirine. Binêrin Hezretî Îbrahîm li hember Nemdurê zalim, Hezretî Musa li hember Fîrawûnê zalim, Pêxemberê me li hember Ebû Cehil, Rûm û Sasanîyan serî hilda. Her kes di dewra xwe de li mezlum û bindestan xweyîtî kirin û ew gihandine îzzet û şerefê. Kî bi vê zîncîrê girtîbe bilind bûye. Ereb berê qewmekî bindest bûn. Ew zelîl, cahil û nezan bûn. Xwedê ji wan re Pêxember şand û wan bilind kir.”
Mehmet Beşîr Varol derheqê xizmeta Îslamê ya Tirk û Kurdan de jî axivî û weha got:
“Tirk jî berê koçer bûn, bindest, perîşan û cahil bûn. Ê weka Osman Gazî ala Îslamê û cîhadê bilind kirin. Xweyîtî li dînê Xwedê kirin 600 sal hikm kirin. Xwedê wan bilind kir. Wexta ku zîncîra Xwedê berdan û xwe teslîmî însanê wek xwe kirin, hefsalên xwe kirin destê Ewrûpayî û emperyalîstan nizm bûn, heta ku ji tarîxê jî tune bûn.
Kurd jî berê qewmekî cahil bûn, gelek kêmasîyên wan hebûn. Berê dewletên Rûm, Bîzans û Îranîyan ji bo menfeatên xwe wan îstîsmar dikirin. Lê wekî Selaheddîn Eyyûbî ala Îslamê û Cîhadê girtin û meşîyan, Xwedî wan mezin kir û bûn dewlet. Hemû emelên emperyalîstan ji holê rakirin. Lê dema ku destê xwe ji zîncîra Îslamê berdan bindest bûn.”
“Yê ku îzzetê dixwaze bila bizanibe ku îzzet li cem Xwedê ye”
Mele Mizgîn, “Çare Îslam e. Çare Xwedê ye, çare Resulê Xwedê ya. Ji bilî çare tineye. Însanê ku xwe bi Xwedê bigre ew ê ezîz bibe. Yan na ew ê zelîl bibe. Çîmkî Xwedê Rebbê kaînatê ye. Xwedê alîyê kî bike ew bilind dibe. Kes bi xulamtîya zaliman, emperyalîstan bilind nebûye.”
Varol herî dawîn weha got, “Em eqlê xwe bidin serê xwe. Bila Şêxên me, axayên me, meleyên me, zanayên me , aqilmendên me xwyîtîyê li qewmê xwe bikin. Bila nehêlin qewmê wan bikevin destê zalim û neyaran. Dema ku Xwedê hesabê li wan bipirse ew şivanê vê milletê ne, bila xweyîtîyê ji pezê xwe û milletê xwe re bikin. Bila ji zalim, serserî û emperyalîstan netirsin. Çîmkî Xwedê bi wan re ye. Dema ku hûn xweyîtîyê li milletê xwe bikin ewê Xwedê bi we re be. Dema ku hûn xweyîtîyê nekin hûnê bibin ebdê çepelan.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Muhammed Ata Yaçîn di axaftina xwe ya li bernameya Mewlîd-î Nebî de weha got, "Gelê Xezzeyê wezîfeya xwe pêk anî, êdî dora me ye! Werin em piştgiriyê bidin berxwedanê, werin em bi hev re lêkirina Xezzeyê pêk bînin."
Wekîlê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di bernameya Mevlîd-î Nebî ya ku li Entabê hat lidarxistin de axivî. Demîr bal kişand ser pêşnûmaya ku ji bo sîyonîstên ku li Tirkîyeyê xwedî hemwelatiya dualî ne ji welat bên derxistin pêşnûmeya ku pêşkêşî wan kirine û weha got: "Em sîyonîstên ku beşdarî qirkirinê bûne di nav xwe de naxwazin."
Omer Çelîk Xoce di bernameya Mewlûdê ya Êlihê de axivî û got, "Hezretî Muhammed, di jîyana xwe ya 63 salî de modeleke jiyanê ya ku însanîyet jê dikaribe îstîfade bike nîşan daye. Bi zelalî di holê de ye ku di vê çaxê de hemû însanîyet mihtacê reçeteya xelasîya Wî ye.”
Bernameya Mewlûd-î Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya "Rêberê Berxwedanê Hz. Muhammed" ve hat lidarxistin li Êlihê bi beşdariyeke berfireh dest pê kir.