Di êrîşa çeteyên cihûyan li Nablusê de çar Filistînî şehîd bûn û şervanekî îşxalker jî hat kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşa hêzên sîyonîstan a li ser bajarokê Tel ê li başûrê rojavayê Nablusê de çar Filistînî şehîd bûne û leşkerekî sîyonîst jî hatiye kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, bûyer li nêzîkî bajarokê Tel û li dora wargeha neqanûnî ya "Havat Gilad" qewimîne.
Piştî ku çeteyên Cihûyan hewl dan êrîşî mal û erdên Filistînîyan bikin, li herêmê pevçûnan dest pê kir.
Hat diyarkirin ku Filistînî hewl didin xwe û milkê xwe li hember êrîşan biparêzin.
Çavkaniyên sîyonîst îddîa kirin ku Filistîniyekî li bakurê Şerîaya Rojava gule berda û di encamê de leşkerekî îşxalker hat kuştin û sê leşker jî birîndar bûn.
Aliyê sîyonîst îddîa kir ku di pevçûnan de çeka leşkerekî hatiye bidestxistin û ji wê çekê gule hatine avêtin.
Li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, êrîşên rejîma sîyonîst û çeteyên Cihûyan ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve zêde dibin, di heman demê de serdegirtin, desteserkirin û îşxalkirina erdên sîvîlên Filistînî jî berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, ji ber êrîşên berdewam ên li ser Filistînî û cihên pîroz, banga gurrkirina pevçûnê bi hêzên îşxalker re kir û pesnê "berxwedana şervanên berxwedanê" li dijî hêzên îşxalker û niştecihên li Şerîaya Rojava da.
Li bakurê rojavayê Pakistanê, di êrîşeke xwekujî ya li dijî xaleke kontrolê de 14 kesan canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.
Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Xelîl el-Hayye ji serokên Misir, Qeter û Tirkîyeyê re name şand û ji bo rawestandina îxlalkirinên agirbestê ji aliyê îşxalkeran ve daxwaza mudaxeleya lezgîn kir.