Hêzên berxwedanê, doh di seatên êvarê de li bajaroka Tammuna başûrê Tubasê operasyonek li dar xistin, di encamê de efserekî sîyonîst kuştin û 3 kesan jî birîndar kirin.
Çapemenîya îbranî diyar kir ku operasyon bi bombeyê hatîye kirin, fermandarê tabûrekî wezîfedarê artêşa îşxalê hatîye kuştin, 3 leşker jî giran birîndar bûne.
Çavkanîyên herêmî, îfade kirin ku di operasyonê de cîpekî leşkerî hatîye hedefgirtin. Gelek kes birîndar bûne û ew bi helîkopteran hatine tehlîyekirin.
Platformên kedxwarên sîyonîst, derheqê helîkopterên ambûlans ku ji herêmê birîndaran bar dikirin de agahîyan da.
Hat destnîşankirin ku ev operasyon dema ku ÎHAyên rejima sîyonîst li ser asîmanê difirîyan hatîye lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 35 kesan û 111 hezar û 911 kes jî birîndar bûn.
Cenazeya 39 Filistînîyên ku di êrîşên li dijî Xezzeyê de şehîd bûbûn li Refahê hatin dîtin.
Berdevkê Tûgayên Qessamê Ebû Ubeyde derbarê lihevkirina pevguhertına êsîr û agirbestê de peyamek bi vîdeoyî parve kir. Ebû Ubeyde bal kişand ku hereketa Tofana Eqsayê çehreya hemû herêmê guherandîye û got, her çiqas herbek ne berberî hevdu bû jî ji dijminê sîyonîst re bi komên birayên Filistînî re darbeyên giıran danê. Ebû Ubeyde bag kir ku welatên navbeykar ji bo rejîma sîyonîst goh bide lihevkirinê hewceye zextê bide ser û îfade kir em ê goh bidin lihevkirina agirbestê, îsraîl jî bila goh bide yan na pêvajoya lihevkirinê îxlal bikin wê têkeve talûkeyê.