Di êrîşa îşxalkeran de Filistînîyek şehîd ket, 12 kes birîndar bûn
Li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, sîyonîstên îşxalker pîrekek Filistînî şehîd kirin, 12 kesan jî birîndar kirin.
Li gorî agahîyên ku çavkanîyên herêmî parve kirine, sîyonîstên îşxalker li gundê Ed-Deyuk er-Tahta yê li rojavaya Erîhayê êrîşî gundîyan kir, di encamê de pîrekek 60 salî şehîd ket. Hîva Sor a Filistînê jî diyar kir ku di bûyerê de 4 kes jî birîndar bûne.
Hat îfadekirin ku 3 birîndar bi guleyên rastîn birîndar bûn, Filistînîyek dinê jî bi parêeyên guleyên rastîn birîndar bûye.
Çavkanîyên herêmî îfade kirin ku sîyonîstan malên Filistînîyên gundîyan dorpêç kirîye û gule li ser xanîyan reşandîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Fu Cong diyar kir ku êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê hiqûqa navneteweyî îxlal dike û got ku divê çeteya îşxalker tevlî Peymana Belavnebûna Çekên Nukleerî (NPT) bibe û hemû tesîsên xwe yên nukleerî ji çavdêriya Ajansa Atomê ya Navneteweyî (AAEA) re veke.
Balafireke şer a MiG-29 li bakurê rojavayê Belgradê, paytexta Serbistanê ket xwarê û pîlotê wê canê xwe ji dest da.
Teşkîlata Birayên Musluman, li Misirê ku ew bixwe û gelek sazîyên îslamî yên li Ewrûpayê xistine lîsteyên terorê bertek nîşan da û diyar kir ku biryar bi armancên sîyasî hatine girtin. Teşkîlatê got, "Dewlet mirovan ne ji ber fikrên wan, lêbelê ji ber kirinên wan dad dike" û xwest ku biryar bên vekişandin.