Tevî agirbesta doh danê êvarê li Xezzeyê hat ragihandin, siyonîstên îşxalker bombardumanên xwe berdewam kirin; bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Rejîma îxşalker tevî agirbestê jî hovîtiya xwe didomîne.
Di encama êrîşa bombeyî ya li ser maleke nêzî Sendîkaya Endezyaran a li Kolana El Cela ya Xezzeyê de herî kêm 18 kes şehîd û birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di encama bomberdûmana balafireke îşxalê de li rojhilatê Mizgefta Seîd Siyam a li Taxa Şêx Ridvan a Xezzeyê, di encama bombebaranê de şehîd û birîndar hene.
Di encama bomberdûmankirina qada niştecihbûnê ya li Taxa Şêx Radwan a bajarê Xezzeyê de, piraniya wan zarokin şehîd û birîndar çêbûn.
Zarokên ku piştî ragihandina agirbestê nikarîbûn kêfxweşiya gelê Xezzeyê tehm bikin ji teref terorîstên îşxalker ve hatin bombekirin û hatin rakirin nexweşxaneyan.
Keştiyên şer ên îşxalê herêmên rojavayê kampa Nuseyrat a li navenda Şerîda Xezzeyê gulebaran kirin.
Hêj hejmara şehîdan nayê zanîn, êrîşên îşxalkeran li ser gelek deverên Şerîda Xezzeyê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî ragihandina rêkeftina agirbestê li Xezzeyê, bi taybet li Xezze û navçeyên Filistînê li welatên rojavayî û herwiha welatên Îslamê pîrozbahiyên serkeftinê tên lidarxistin.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzet El Rîşk bal kişand ser hemû şert û mercên ku ji destpêka şerê qirkirin û îşxalê ve dane destpêkirin û wiha got: "Bi îzna Xwedê bi zorê bi ser ketin û îşxalker çok danîn."
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê derheqê peymana agirbestê ya li Xezzeyê hat qebûlkirin da weha got: "Peymana rawestandina êrîşa li ser Xezzeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, ummeta me û gelên azadîxwaz ên cîhanê ye."