Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzet El Rîşk bal kişand ser hemû şert û mercên ku ji destpêka şerê qirkirin û îşxalê ve dane destpêkirin û wiha got: "Bi îzna Xwedê bi zorê bi ser ketin û îşxalker çok danîn."
El Rişk piştî lihevkirina agirbestê ya li Şerîda Xezzeyê daxuyanî da.
Endamê Buroya Siyasî ya HAMASê Îzzet El Rişk di daxuyaniya xwe de wiha got:
“(Ya ku Xwedê û Resûlê wî ji me re soz dane ev e; Xwedê û Resûlê wî rast gotin e.)
Ew, soza xwe bi cih anî, serkeftin da xulamê xwe, artêşa xwe bilind kir û leşkerên dijmin bi tena serê xwe têk bir.
Silav ji gelê Xezzeyê re ji bo sebra wan... Silav ji şehîd, birîndar û berxwedêrên wan re; Li hemberî şerê qirkirinê bi cesareteke ku bi gotinan nayê vegotin, li ber xwe dan, barê ku çiya nikarin hilgirin hilgirtin ser milê xwe û tevî agirê ku 467 rojan bi ser wan de bariya jî li ber xwe dan.
Rehma Xwedê li wan kesên ku pozbilindiya dewleta îşxalker dişkînin be. Rûmet ji wan re, bextewariya herheyî ji wan re!
Şertên ku me ji destpêka qirkirin û şerê îşxalkeriyê ve danî pêş; ew vekişînek tam, agirbestek mayînde, vegera koçberan bi serbestî û bi serê xwe, pevguhertina girtiyan bi rûmet, vekirina deriyê sînor û gihandina alîkariyan bû. Me hemû bi darê zorê, bi îzna Xwedê bi dest xistin. Îşxalker çok danîn... Gelek hemd ji Xwedê re!” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî agirbesta doh danê êvarê li Xezzeyê hat ragihandin, siyonîstên îşxalker bombardumanên xwe berdewam kirin; bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Piştî ragihandina rêkeftina agirbestê li Xezzeyê, bi taybet li Xezze û navçeyên Filistînê li welatên rojavayî û herwiha welatên Îslamê pîrozbahiyên serkeftinê tên lidarxistin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê derheqê peymana agirbestê ya li Xezzeyê hat qebûlkirin da weha got: "Peymana rawestandina êrîşa li ser Xezzeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, ummeta me û gelên azadîxwaz ên cîhanê ye."