Dildarên di keştîya Madleenê de bûn têne “dersînorkirin”

Dildarên ku di keştîya Madleenê ya ku hewl dida ji Xezzeyê re alîkarîya însanî bibe de bûn, ji teref rejima sîyonîst ve hatin êsîrgirtin û ji Balafirgeha Ben Gurionê re hatin birin. Hat diyarkirin ku keştî di ava navneteweyî de hat îşxalkirin û bi zorê ji Bendera Aşdodê re hat birin.
Keştîya Madleenê ku ji bona dorpêça li dijî Xezzeyê bişkîne derkete rê, ji teref keştîyên rejima îşxalker ve ji avên navneteweyî hat îşxalkirin. 12 aktîvîstên dildar ku di nav keştîyê de bûn, piştî ku hatin desteserkirin ji Balafirgeha Ben Gurionê re hatin birin. Tê texmînkirin ku ew ê aktîvîst bêne “dersînorkirin”.
Wezareta Karên Derve yê qaşo ya rejima îşxalker di daxuyanîya ku da de, destnîşan kir ku dildarên keştîyê yên ku hatin desteserkirin berîya ku ji welatê wan re bêne şandin ji navendên “binçavkirinê” re hatin sewqkirin. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin aktîvîstên ku dersînorkirinê qebûl nekin jî ew ê ji mehkemeyê re werin derxistin.
Keştîyên îşxalê, 18 saet wan şopand
Keştîyên herbê yên rejima sîyonîst, nêzê 18 saetan keştîya Madleenê ku keştîya alîkarîyê ye di nav avên navneteweyî de şopandîye. Dûre jî tîmên taybet di seatên şebeqê de êrîşê keştîyê kirin û wan bi zorê desteserkirin. Digel ku dildarên keştîyê berxwedanekî nîşan nedan jî hatin desteserkirin û keştî jî ji Bendera Aşdodê re hat birin.
Hat daxuyandin ku keştî ji teref tîmeke taybet ê ku navê wan “snîper” in û qomandoyên behrê ve hatîye desteserkirin. Berîya ku keştî bighêje peravên Xezzeyê ji avên navneteweyî dûçarê midexeleyê bû.
Bi zorê hat birin, ragihanî hat astengkirin
Navenda Hiqûqa Adalahê ku navenda wî li axên îşxalkirîye, destnîşan kir ku keştî di nav behra vekirî de bû û ji teref hêzên îşxalkeran ve bi zorê ji Bendera Aşdodê re hatîye birin. Hat diyarkirin ku bi aktîvîstan re ragihanî hat qutkirin û dildarên ku hatine desteserkirin jî ji hicreyan re hatine birin.
Di keştîya Madleenê de çi hebû?
Madleen, keştîyekî ku di çarçoveya Fîloya Azadîyê ku dihat plankirin ji Xezzeyê re bighêje de bû. Di nav keştîyê de amûrên tibbî, xwarin û hilerbînên jîyanê hebûn. Xeyn ji vana xebatkarên tenduristî û parêzvanên mafên însanan jî hebûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, li dijî leşkerên sîyonîst ên ku li bakurê Xan Yûnisê xwe sipartibûn nav malekî operasyonek li dar xistin. Di kemîna ku bi teqemenîyan hat lidarxistin de mirî û birîndar çêbûn.
Wezareta Tenduristîyê, daxuyand ku ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşa rejima îşxalker de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 107an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 127 hezar û 821an.
Balafireke rêwîyan a ku ji bajara Ahmedabada Hîndistanê diçû Balafirgera Londra Gatwicka Îngilistanê, demeke kurt a ji firînê ket xwarê.
Sîyonîstên îşxalker, êrîşî navenda belavkirina alîkarîya ku li nêzê “Netzarîmê” ye kirin. Di qetlîamê de 13 Filistînî şehîd bûn, ji 200î zêdetir mirov jî birîndar bûn. Di nav du hefteyên dawîn de hejmarê şehîdên ku di rêza alîkarîyê de hatibûn hedefgirtin derket 224 kesan.