Qessam kemînek nû danî: Îşxalker wek kewan ketin nav kemînê

Tûgayên Qessam, li dijî leşkerên sîyonîst ên ku li bakurê Xan Yûnisê xwe sipartibûn nav malekî operasyonek li dar xistin. Di kemîna ku bi teqemenîyan hat lidarxistin de mirî û birîndar çêbûn.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye, li dijî sîyonîstan operasyonekî berxwedanê li dar xistin. Li gorî daxuyanîya ku ji teref Tûgayê ve hat belavkirin, li bakurê Xan Yûnisê, îşxalkerên ku ketibûn nav malekî bi teqemenîyên ku ji berê ve hatibû kirin nav malê hatin hedefgirtin.
Qessam li ser telegramê daxuyanî da û got, “Micahîdên me yên ku ji xeta herbê vedigerîyan, li dijî yekîneyên ku li bakurê Xan Yûnisê xwe sipartibûn nav malekî operasyonek li dar xistin, di encamê de leşkerên sîyonîstan mirin û birîndar bûn.”
Hat destnîşankirin ku helîkoptera sîyonîstan piştî teqînê gelek seferên tehlîyeyê bikaranîtine. Hat îfadekirin ku tehlîye li derdorê bajara Hameda rojhilata Xan Yûnisê û li ser Ceddeya Villatê pêk hatine.
Hamasê diyar kir ku ev operasyon berdewama operasyonên dinê ne û ew ê berdewam jî bikin. çend roj berê li Xan Yûnisê kemînek hatibû danîn û di encama wê kemînê de 6 terorîstên sîyonîst hatin kuştin.
Di nav 3 rojên dawîn de 7 terorîstên îşxalker hatine kuştin, ji 10an zêdetir jî birîndar bûne. Ev daxuyanî jî ji teref artêşa îşxalker ve hatîye dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Meşa navneteweyî ya ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Refahê li dijî qirkirina rejîma siyonîst li Xezzeyê hatiye destpêkirin, li Misirê berdewam dike. Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Erdal Elûbûyûk û Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulqudûs Yalçin jî beşdarî meşê dibin.
Tevgera Cîhada Îslamî, êrîşa rejima îşxalker a li ser Îranê bi zimanekî tund şermezar kir, û daxuyand ku ew bi gelê Îran û bireveberîya Îranê ne re.
Rejima sîyonîst niha dîsa êrîşê Tebrîz û Natanzê kir. Piştî teqînan daxuyanîyek nehat dayîn ku mirî an jî birîndar hene an na.
HUDA PAR êrîşa rejîma sîyonîst û Emrîkayê ya li ser Îranê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ger îro Tehran hedef tê girtin, divê were dîtin ku ev nîşanek e ku sibê paytextên din, bajarên din û gelên din ên bindest wê bibin hedef."