Du tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê li mayinê teqîyan
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku du tankerên petrolê yên ku hewl didan bi rêyeke bê destûr ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, li mayinên behrê ketine û di encamê de teqîn û agir pêk hatine.
Hêzên Behrê yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê diyar kir ku yek ji tankeran dema ku hewl dida ji bendera li peravên Ummanê derkeve, li mayînê ketiye, û ya din jî dema ku li derveyî rêya xwe ya transitê ya diyarkirî li rojhilatê Tengava Hurmuzê diçû, li mayînê ketiye.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de teqîn di her du tankeran de û agir bi odeyên motorê yên wan de çêbûye.
Aliyê Îranî diyar kir ku keştiyan hewl dane bê destûr û bêyî ku rêya trafîka deryayî ya diyarkirî bişopînin, derbas bibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Moskovaya paytexta Rûsyayê çar wesayît li hev ketin, di encama qezaya zîncîrî de 5 kes birîndar bûn.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 790 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 336 kesan.
Li wîlayeta Qunar a Efxenistanê li malekî nêzê dibistanekî seretayî teqîn pêk hat, di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, 97 kes jî birîndar bûn.