Berdevkê Tûgayên Qessamê Ebû Ubeyde derbarê lihevkirina pevguhertına êsîr û agirbestê de peyamek bi vîdeoyî parve kir. Ebû Ubeyde bal kişand ku hereketa Tofana Eqsayê çehreya hemû herêmê guherandîye û got, her çiqas herbek ne berberî hevdu bû jî ji dijminê sîyonîst re bi komên birayên Filistînî re darbeyên giıran danê. Ebû Ubeyde bag kir ku welatên navbeykar ji bo rejîma sîyonîst goh bide lihevkirinê hewceye zextê bide ser û îfade kir em ê goh bidin lihevkirina agirbestê, îsraîl jî bila goh bide yan na pêvajoya lihevkirinê îxlal bikin wê têkeve talûkeyê.
Berdevkê Tûxayên Qessamê Ebû Ubeyde derbarê lihevkirina pevguhertina êsîran, agirbest û Tofana Eqsayê de daxuyanîyên muhîm da.
Ebû Ubeyde ji ber Lubnan, Yemen, Qudus û Şerîaya Rojavayê destek dane komên berxwedanê teşekur û silav kir.
Ebû Ubede dest nîşan kir armanca fedakarîyên mezin û xwîna wan heye û vala neçûye. Bi komên birayên Filistînê re li dijî dijminê sîyonist bi hevdu re mucadele kirin.
Ebû Ubeyde îfade kir, xelkê Filistînê 471 rojan fedakerîyên mezin kirine û li ser tesîra Tofana Eqsayê pêk anîye sekinî.
“Herketa Tofana Eqsayê li Xezzeyê destpê kir feqet çehreya hemû herêmê guherand û pevçûna bi îşxalê re denklemên nû derxist holê. Tofana Eqsayê ji dinyayê re ev îşxal derewek mezine û li ser herêmê wê tesîrên mezin bihêle nîşanda. Tofana Eqsayê ji vekirina cepheyên nû re rê vekir û ji bo ji wan re bibe destek serî li hêzên navneteweyî xistin. Tofana Eqsayê îşxalker weka sûcdarên wahşî derxistin holê û serokên wan û eskerên wan ji bo teslîmê edaletê bên kirin weka sûcdarên herbê derxistin holê.”
Ebû Ubeyde dest nîşan kir me serokên mezin ên weka Henîyye, Arûrî û Sînwar şehîd dane. Her çiqas herbek şertên ne berberî hevdu bû jî me dîsa jî dijminê sîyonîst bi komên berxwedanê re têk biriye.
“Me li her derê Xezzeyê bi hemû komên berxwedanê re mil dan milê hevdu û bi dijmin re herbê kir û ji dijmin re derbeyên kuştinê li wan xist. Mucahîdên me heta dawîya herbê bi cesaret û qehrementiyeka mezin herb kirin. Me di nav şertê bê mumkun de mucadele kir. Em li li gor herbek bi exleq û ne jî herbek bi qabîliyet ne berberî hevdu bûn birûbirû man. Me ji hêzên dijmin re darbeyên giran didan, dijmin jî li dijî xelkê me wahşetên qirêj û nû pêk anît.”
Ebû Ubeyde, rejîma sîyonîst di mijara gohdayîna agirbestê de hişyar kir û welatên navbeynkarên berpirsyarên dikeve ser wan bibîrxist.
“Li dijî xelkê me ji bo êrîşên sîyonîstan bê sekinandin lihevkirinek bê kirin ev bi mehaye heta ji destpê kirina êrîşan vir ve armanc û hedefa me bû. Em goh didin lihevkirina agirbestê. Hewceye îsraîl jî goh bidê, ger îsraîl goh nedê û îxlal bike wê pêvajoyê bavêje talûkeyê. Em û komên berxwedanê girêdayîbûna xwe ya bi agirbestê re îlan dikin û ev yek bi temamî girêdayîyê taahuda dijmin de ye. Em bang hemû navbeykaran dikin ku ji bo dijmin goh bide lihevkirina agirbestê bila zextê bide ser.”
Berdevkê Qessamê îfade kir ku dijminê sîyonîst sebeb û çavkaniya hemû belayên li dinyayê ye. Ji bo sîyonîstên îşxalkerên ku li herêmê bên entegrekirin hemû hewlê tên dayîn li rastî tofana bi şiûr û berxwedana xelkên azad bên. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 35 kesan û 111 hezar û 911 kes jî birîndar bûn.
Hêzên berxwedanê, doh di seatên êvarê de li bajaroka Tammuna başûrê Tubasê operasyonek li dar xistin, di encamê de efserekî sîyonîst kuştin û 3 kesan jî birîndar kirin.
Cenazeya 39 Filistînîyên ku di êrîşên li dijî Xezzeyê de şehîd bûbûn li Refahê hatin dîtin.