Ebu Ubeydeyê Berdevkê Tuxayên Qassam, navê 3 êsîrên pîrek ên ku dê di teqasa êsîran de bên berdan parve kir.
Ebu Ubeyde di daxuyanîya ku di qanala Teelgramê belav kir de got ku wan qerar dane ku di bergeha peymana Tofana Eqsayê de 3 êsîrên siyonist serbest berdin.
Li gorî beyanata ku ji teref Ebu Ubeyde ve hat belavkirin navên êsîrên siyonist ên ku dê bên berdan wisa ye: Romy Gonen (24), Emily Damary (28) û Doron Shtanbar Khair (31).
Hamasê jî derbarê mijarê de got ku wan, 3 êsîrên siyonist teslîmî wan kesên navbeynkar kirine.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 913an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 750an.
Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS ragihand ku tê payîn lîsteya navên 90 girtiyên Filistînî yên ku di roja ewil a agirbestê de bên eşkerekirin, bê ragihandin.
HAMASê hereketa berxweana Îslamî ya Filistînê got, “Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.”
Îşxala ku ji sibehê ve bi hincetên cuda agirbest binpê kir û herî kêm 31 kes şehîd bûn, ragihand ku agirbest saet 12.15an destpê kiriye. Ji aliyê din ve jî wê di saet 17.00an de hevdîtina yekemîn a rehîneyan pêk were.