Ebû Ubeyde: Sîyonîstê dijmin wê li Xezzeyê her roj zêdetir zayîadan bide

Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, piştî kemîna tevlîhev a ku li bakurê Xan Yûnsiê hat lidarxistin daxuyanî da û bal kişand ku ew ê artêşa îşxalê her roj zayîdên giran bide, “Ew bi zorê leşkerên xwe ji cehennemê xelas kirin lê wê carekî dinê wek êsîran bikevin destê me.”
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, di daxuyanîya ku îro da de destnîşan kir ku hebûna rejima îşxalker a li Xezzeyê wê bedelên giran bide, ew ê berxwedan her roj zayîadên giran bide wan.
Daxuyanî, piştî kemîna tevlîhev a ku li Xan Yûnisê li dijî leşkerên îşxakeran hat lidarxistin, hat dayîn. Di vê operasyonê de 5 leşkerên îşxalê hatin kuştin, 14 ji wan jî hatin birîndarkirin.
Ebû Ubeyde di daxuyanîya xwe de weha got:
“Ew ê herba jihalxistinê ya ku ji bakur heta başûrê Xezzeyê tê lidarxistin, her roj ji dijmin re zayîadan bide jîyandin. Operasyona tevlîhev a li Beyt Xanûnê, ji bo hilweşandina artêşa îşxalê derbeyeke nû ye. Di demên dawîn de leşkerên xwe bi zorê ji cehennemê xelas kirin lê wê carekî dinê hewqas ne mimkin be; dibe ku bi êsîrên nû re rûbirû bimînin.”
Ebû Ubeyde îfade kir, “Ew ê ku tenê rêya vê herbê diyar bike sebra gelê me û cesareta micahîdên me ye.” û dûre Ebû Ubeyde weha got, “Biryara herî bûdelayî ya Netenyahu, sekina leşkerên wan ên li Xezzeyê bidomîne.”
Daxuyanî û gotinên Ebû Ubeyde carek dinê nîşan da ku Qessam berê herbê ji stratejîyeke jihalxistinê re daye vegerandin, wisa xûya dike ku tehdîda êsîrgirtinê ya berxwedanê jî li ser maseyê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Trump diyar kir ku Îran amade ye ji bo danûstandinan û got, "Ez hêvî dikim ku em neçar nebin êrîşî wan bikin." Trump her wiha îddîa kir ku ew dixwaze gelê Îranê dîsa li ser piyan bimîne û armanc dike ku di wextê rast de dorpêçan rake.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Benyamîn Netanyahû got, "Ger Filistînî bixwazin bimînin, dikarin bimînin, lê ger bixwazin biçin, divê bikaribin biçin. Em li ser vê mijarê bi Emrîkayê re pir nêzîk dixebitin. Em nêzîkî razîkirina hinek welatan in."
Îro sibê li Qudsa îşxalkirî, Cihûyan, di bin parastina polêsan de, êrîşî Mizgefta Mescîdî Eqsayê kirin. Sîyonîstan li tirbeya pîroz stranên bi dengekî bilind gotin û reqsên Talmudî pêşkêş kirin.