Trump: Ez hêvî dikim ku em neçar nebin êrîşî Îranê bikin

Serokê Emrîkayê Trump diyar kir ku Îran amade ye ji bo danûstandinan û got, "Ez hêvî dikim ku em neçar nebin êrîşî wan bikin." Trump her wiha îddîa kir ku ew dixwaze gelê Îranê dîsa li ser piyan bimîne û armanc dike ku di wextê rast de dorpêçan rake.
Di daxuyaniyên xwe yên dawî de li Qesra Spî de, Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku tehdîdên êrîşê li dijî Îranê hêna jî li ser maseyê ne, lê ev senaryoyek e ku divê wekî pêwîstiyek were bicîhanîn, ne wekî hilbijartinek.
Trump diyar kir ku ew dixwazin dîplomasiyê bidin pêşiyê û got, "Ez hêvî dikim ku em neçar nebin êrîşî wan bikin."
Trump îddîa kir ku Îranê ji ber cezayên giran bedelên giran daye û niha ji bo nirxandina rêbazên aştiyane vekirî ye û got, "Me plan kir ku em bicivin û ew dixwazin bicivin. Em bi Îranek cuda re rû bi rû ne ji Îrana du hefte berê."
Trump di daxuyaniyên xwe de bangî gelê Îranê jî kir û got ku mafê welat heye ku bikeve pêvajoyek ji nû ve avakirinê: "Ez dixwazim şansek bidim Îranê. Ji bona ku bi awayekî aştiyane xwe ji nû ve ava bike. Ew ê di dirûşmeyên 'Mirin ji bo Emrîkayê' an 'Mirin ji bo îsraîlê' nabêjin."
Trump diyar kir ku Îran aktorekî girîng e ku dê aştî û aramiya herêmê misoger bike û destnîşan kir ku dema ku dem guncaw be, dikarin dorpêç werin rakirin. Trump got, "Em dixwazin gelê Îranê di nav refah û azadiyê de bijî, ne di nav feqîrî û zilmê de." Û her wiha got ku ji bo kêmkirina aloziyên herêmî têgihîştina hevbeş û diyalog pir girîng in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Benyamîn Netanyahû got, "Ger Filistînî bixwazin bimînin, dikarin bimînin, lê ger bixwazin biçin, divê bikaribin biçin. Em li ser vê mijarê bi Emrîkayê re pir nêzîk dixebitin. Em nêzîkî razîkirina hinek welatan in."
Îro sibê li Qudsa îşxalkirî, Cihûyan, di bin parastina polêsan de, êrîşî Mizgefta Mescîdî Eqsayê kirin. Sîyonîstan li tirbeya pîroz stranên bi dengekî bilind gotin û reqsên Talmudî pêşkêş kirin.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, piştî kemîna tevlîhev a ku li bakurê Xan Yûnsiê hat lidarxistin daxuyanî da û bal kişand ku ew ê artêşa îşxalê her roj zayîdên giran bide, “Ew bi zorê leşkerên xwe ji cehennemê xelas kirin lê wê carekî dinê wek êsîran bikevin destê me.”