Elîbûyûk ku li Misirê hat binçavkirin daxunayî da: Nehiştin ku em nimêj jî bikin

Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Erdal Elîbûyûk ku ji bo meşa Xezzeyê çûbû Misirê û li wê derê hatibû binçavkirin got, “Em ji teref muxaberata Misirê ve hatin binçavkirin. Nêzê 3 seatan me kirin pirsyarîyê, em dûçarê zext û êrîşa psîkolojîkî bûn. Nehiştin em avê vexwin û ji nimêjê re jî îzîn nedan.”
Elîbûyûk ku hat binçavkirin û 3 seat hatibû pirsyarkirin ji otêla diman re dîsa hatin anîtin di bin çavdêrêyî de dimînin. Û pêvajoyê ewakî qal kir:
“Di seatên serê sibehê de nêzê 4 saet em li Balafirgeha Qahîreyê hatin sekinandin. Dûre di Otêla Montecairo ku em li wê diman de ji teref Muxaberata Misirê ve hatin binçavkirin. Nêzê 3 seatan me kirin pirsyarîyê, em dûçarê zext û êrîşa psîkolojîkî bûn. Nehiştin em avê vexwin û ji nimêjê re jî îzîn nedan. Dest danîn li ser telefonên me. Dûre me kirin nav mînîbûsekî û xwestin ku me bibin cîhekî. Piştî 20 deqîqeyan tewrên wan guherî û cardin me birin Otêla Montecairoyê. Niha em di otêlê de ne û bi fîîlî di bin çavdêrêyî de ne. Li derdorê otêlê muxaberat heye û nahêlin ku em derkevin derve. Êrîş û zexta psîkolojîkî hêna jî berdewam dike.”
“Em ji bo Misirê protesto bikin nehatine, ji bo Xezzeyê hatine”
Elîbûyûk, “Em ji bona ku hikûmeta Misirê protesto bikin nehatine li vê derê, ji bo Xezze, Eqsa û wijdana însanîyetê hatine li vê derê. Armanca me ev e ku em ji Bendera Arîşê bimeşin heta Derîyê Sînor a Refahê. Armanca me ev bû ku em ji mezlumên Xezzeyê re bibin deng, berxwedanê silav bikin lê dengê me li sîyonîstan neket, li kesên ku me asteng kirin ket. Di tirsê de ar û zillet, di pêşveçûnê de şeref û îzzet heye. Mirov tirsonektîyê bike ji qedera xwe nareve. Armanc û nîyeta me tineye ku em ji qedera xwe birevin û dev ji şeref û îzzeta xwe berdin. Canê me jî xwîna me jî ji Eqsayê re fedaye. Em ji canê zarokên Xezzeyî ne biqîmettir in. Ji vê seatê şûnve ji tiştên ku were serê me hikûmeta Misirê mesul e. Lê bila bizanibin… Tirsa me tenê ji Xwedê re ye. Em ê dengê xwe kêm nekin û bêdeng nemînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Takhara bakurê Efxenisanê ji 7 tonî zêdetir haşhaş, li ber çavên xelkê hatin îmhekirin.
Rejima îşxalker di êrîşên xwe yên ku nav 24 saatên dawîn li dar xist de, 74 Filistînîyan şehîd kir. Di êrîşan de bi taybetî xanî, sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn û çadirên penaberan hatin hedefgirtin.
Ensurallah a Yemenê ragihand ku ew li Negevê û bendera Um er-Raşraşê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi dronan noqtayek leşkerî hedef girtin.
HAMASê, êrîşa ku li Refahê li dijî noqteya belavkirina alîkarîya însanî hat lidarxistin wek “qetlîameke wehşî” nirxand.