Li Efxenistanê 7 ton haşhaş hat îmhekirin

Li wîlayeta Takhara bakurê Efxenisanê ji 7 tonî zêdetir haşhaş, li ber çavên xelkê hatin îmhekirin.
Li wîlayeta Takhara bakurê Efxenisanê operasyonek hat lidarxistin, di encama operasyonê de ji 7 tonî zêdetir haşhaş hat bidestxistin.
Rayedaran, haşhaşa ku hatin bidestxistin, li ber çavê xelkê şewitandin.
Berdevkê polêsê wîlayetê Nîzamudîn Omîr, got haşhaşa ku hatîye bidestxistin, di nav 3 wesayîtan de hatîye tespîtkirin û qaçaxçîyên ku van haşhaşan bi wan re hatibûn qefaltin dixwestin ku vê haşhaşê ji bajara Takharê derxin derve.
Omîr, destnîşan kir ku ew asteng kirine ku ev tiryak derkeve derveyê wîlayetê û li ber çavê xelkê jî şewitandine.
Rayedar, îfade kir ku ew ê nehêlin tu kes neqanûnî tiryakê hilberîne an jî bazirganîya wî bike.
Polês, ev bû sê caran e ku teşebûsên ewakî yên qaçaxçîyan asteng dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 58 hezar û 573yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 139 hezar û 607 kesan.
Rejima îşxalker di êrîşên xwe yên ku nav 24 saatên dawîn li dar xist de, 74 Filistînîyan şehîd kir. Di êrîşan de bi taybetî xanî, sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn û çadirên penaberan hatin hedefgirtin.
Ensurallah a Yemenê ragihand ku ew li Negevê û bendera Um er-Raşraşê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi dronan noqtayek leşkerî hedef girtin.