Elmanyayê ji bo Ukraynayê biryara alîkariya zivistanê ya 200 milyon euroyî girt
Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjî û avê, ew ê 200 milyon euro alîkariya zivistanê ya zêde bidin Ukraynayê.
Di daxuyaniya hevpar a Wezareta Karên Derve û Wezareta Hevkarî û Geşepêdana Aborî de hat diyarkirin ku ji ber êrîşan her roj qutbûnên ceryan û avê çêdibin. Hat ragihandin ku ev çavkaniya ku ji bo temînkirina lazimarîyên bingehîn ên gel hatiye veqetandin, ew ê di demeke kurt de were bikaranîn.
Wezîr Johann Wadephul û Reem Alabali Radovan tekez kirin ku Rûsya şert û mercên zivistanê wekî çekekê bi kar tîne, binesaziya sivîl dike hedef û bi milyonan Ukrayniyan di sermayê de dihêle. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku li Xezzeyê nêzî 950 hezar kesên koçber li herêmên ku talûkeya lehîyê li ser wan heye dijîn û 400 hezar ji wan jî di bin talûkeyeke gelekî mezin de ne.
Rejîma îşxalker, digel agirbesta ku di 11ê Cotmeha 2025an de ketibû meriyetê, gule li Xan Yûnis û rojhilatê bajarê Xezzeyê reşand û başûrê Xan Yûnisê jî bi topan hedef girt.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ew ê hefteya bê di çarçoveya Lûtkeya APECê de ku wê li bajarê Shenzhenê yê Çînê were lidarxistin, bi Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtineke sêalî pêk bîne.