Emrîkaya îşxalker ji qirkirina Xezzeyê re destekek mezin da: Wê qîyamet rabe

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, îfade kir ku rejima sîyonîst di warê êrîşên li dijî Xezzeyê de bi Emrîkayê re şêwir kirîye û biryara erê ya Qesra Spî standîye, û got ku “Ew ê qîyamet rabe.”
Rejima sîyonîst, li dijî Xezzeyê qirkirineke mezin da destpêkirin.
Di êrîşên asîmanî û topbaranên ku hatin kirin de, bi taybetî piranîya wan zarok û pîrek gelek Filistînî şehîd bûn.
Di van şehîdan de zarok, jin û pitik jî di nav de herî kêm 320 Filistînî şehîd bûn, bi sedan mirov jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku hinek birîndar hêna jî di bin kavilan de ne.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ji Fox Newsê re axivî, di axavtina xwe de destnîşan kir ku rejima sîyonîst di warê êrîşên li dijî Xezzeyê de bi Emrîkayê re şêwir kirîye û berîya xerakirina agirbestê biryara erê ya Qesra Spî standîye.
Leavitt, di axavtina xwe de îfadeya “Ew ê qîyamet rabe” bikar anît û ragihand ku Emrîka berîya êrîşê haya wî jê hebûye. Û bireveberîya Trumpê jî hemû destekê dide sîyonîstan.
Hikûmeta Emrîkayê, desteka xwe ya leşkerî û dîplomatîkî ya ku ji rejima sîyonîst re dide zêde kir û çavên xwe ji qirkirina ku li Xezzeyê tê kirin re digire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku îro serê sibê di encama serdegirtina hêzên îxşalker li bajarê Qelqeliyayê de Xalid Salih Quran ê 25 salî şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Îzzet Er-Rîşk, bang li civakên Erep, Îslam û însanên azad kir û got, “Ji bo berteknîşandana qirkirina li Xezzeyê ya ku rejima îşxalker pêktîne, derkevin meydan û kolanan.”
Li herêma sînor a di navbera Sûrîye û Libnanê de di nav çend rojên dawîn de pevçûn çêbûbûn, vê carê peymana agirbestê hat îmzekirin. Peyman, armanc dike ku koordînasyon û hevkarîya leşkerî zêde bike.