Êrîşên îşxalekran ên li Şerîaya Rojavayê berdewam dikin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku îro serê sibê di encama serdegirtina hêzên îxşalker li bajarê Qelqeliyayê de Xalid Salih Quran ê 25 salî şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên pizîşkî, Quran ji ber guleya ku lê ketibû şehîd bû. Sê kesên din jî ji ran û lingên xwe birîndar bûn an jî hatin lêdan.
Cenazeyê şehîd piştî nimêja nîvro ji Nexweşxaneya Dewletê ya Kalkilyayê hat wergirtin û ber bi navenda bajêr ve hat definkirin.
Hêzên taybet ên girêdayî hêzên îşxalker danê vê sibehê ji deriyê rojhilat ve ketin nava bajêr û li taxa "Kefr Saba" ya li nêzî Bîrdariya Şehîdan xistin. Leşkeran biqestî gule berdan malan û bombeyên gazê avêtin. Her wiha avêtin ser qehwexaneya li herêmê jî. Di vê navberê de Xalid Quran ê ku dihat plankirin daweta wî piştî eydê were lidarxistin, şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.
Hêzên îşxalker qedexeya derketina derve îlan kirin û nehiştin wesayîtên ambulans û tîmên tenduristiyê yên Heyva Sor bigihêjin birîndaran.
Çavkaniyên herêmê eşkere kirin ku hêzên îşxalker 2 kesên bi navê Nasir Advan û Seîd Selame yên ku di dema serdegirtinê de li qehwexaneyê êsîr girtine.
Îro serê sibê hêzên îşxalker derbasî taxa rojhilatê bajarê Cenînê bûn û xwe li Taxa Elmanya û Vadî Îzeddîn bi cih kirin. Hate ragihandin ku dagirkeran doh danê sibê bi yekîneyeke mezin a leşkerî avêtine ser kampa Cenîn û bi buldozerên leşkerî rêyên hundirê kampê fireh kirine û rêyên nû vekirine.
Li gorî Şaredariya Cenînê, şêniyên 3 hezar û 200 malên kampê ji ber dagirkeriyê bi darê zorê koçber bûne. Ji ber ku aboriya bajêr rastî hilweşînek mezin hat, rêjeya xizaniyê her ku diçe zêde dibe.
Şeva borî tankên îşxalker li nava kolanên Kampa Cenîn hatin dîtin, li kolana Hîfa û qada kampê geriyan. Di vê navberê de hat ragihandin ku gihandina hêzên leşkerî yên li kampê tevî tankerên avê û wesayîtên zirxî berdewam dike.
Her wiha hêzên dagirker fermana valakirina 120 donim erd li bajarokê Celbûn ê li rojhilatê Cenînê da. Hêzên bi ser mala welatiyê bi navê Xalib Ebû Rûb de girtin û bi darê zorê ew der kirin û mal kirin qereqola leşkerî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Îzzet Er-Rîşk, bang li civakên Erep, Îslam û însanên azad kir û got, “Ji bo berteknîşandana qirkirina li Xezzeyê ya ku rejima îşxalker pêktîne, derkevin meydan û kolanan.”
Li herêma sînor a di navbera Sûrîye û Libnanê de di nav çend rojên dawîn de pevçûn çêbûbûn, vê carê peymana agirbestê hat îmzekirin. Peyman, armanc dike ku koordînasyon û hevkarîya leşkerî zêde bike.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, îfade kir ku rejima sîyonîst di warê êrîşên li dijî Xezzeyê de bi Emrîkayê re şêwir kirîye û biryara erê ya Qesra Spî standîye, û got ku “Ew ê qîyamet rabe.”