Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê: Balafirên bêmirov ên Amerîkî qada me ya hewayî îxlal kirin
Emîrîtya Îslamî ya Efxenistanê diyar kir ku balafirên bêpîlot ên Amerîkî bi rêkûpêk dikevin qada hewayî ya Efxenistanê û ev yek serweriya welat têk dide.
Zebîhullah Mucahîd, berdevkê Emîrtîya Îslamî yê Efxenistanê, ragihand ku firokeyên bêpîlot ên Amerîkî berdewam qada hewayî ya Efxenistanê li ser welatên cîran îxlal dikin.
Mucahîd diyar kir ku ji dema ku hikûmeta Emîrtîyê kontrola welat girtiye destê xwe, ew dronên ku behsa wan tê kirin, pir caran li ser Efxenistanê dewriyeyan pêk tînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hinek ji wan droneyan ji welatên cîran hatine, lê Mucahîd navê wan negot. Lêbelê, daxuyaniyên berê yên hikûmeta Emîrtîyê nîşan dane ku Pakistanê di hatina dronên Amerîkî bo Efxenistanê de rolek lîstiye.
Ev daxuyanî piştî zêdebûna rageşiyên di navbera Kabul û Îslamabadê de tê. Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê bi berdewamî Pakistanê bi destwerdanên li ser sînor sûcdar kiriye, di heman demê de Pakistan jî îddîa dike ku komên çekdar ên li Efxenistanê êrîşan li ser axa wê dikin.
Mucahîd diyar kir ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê daxwaza xwe ya rawestandina tavilê ya firînên bêpîlot ên Amerîkî bi fermî ragihandiye, û tekez kiriye ku ev îxlalkirin bi awayekî eşkere serweriya Efxenistanê têk dibin û rewş hîn hessastir bûye, nemaze di nav aloziyên bi Pakistanê re. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wilayeta Java ya Navîn a Endonezyayê, ji ber hezazê şeş kes mirin û 17 kes jî winda ne.
Hat ragihandin ku rêveberiya Emrîkayê vê dawiyê li ser destwerdana leşkerî ya muhtemel a li Venezuelayê nîqaş kiriye û Trump "nêzîkî biryarekê dibe".
HAMASê hişyarî da ku felaketeke însanî dikare ku çêbibe û ji ber nêzîkbûna zivistanê ji cîhanê xwest ku alîkariya Xezzeyê bikin.