Li Qesra Spî li ser Venezuelayê civînên leşkerî yên veşartî
Hat ragihandin ku rêveberiya Emrîkayê vê dawiyê li ser destwerdana leşkerî ya muhtemel a li Venezuelayê nîqaş kiriye û Trump "nêzîkî biryarekê dibe".
Derket holê ku rêveberiya Serokê Emrîkayê Donald Trump li Qesra Spî rêze civînên veşartî li dar xistiye da ku vebijarkên leşkerî ji bo Venezuelayê binirxîne. Çar berpirsên Amerîkî yên ku bi mijarê dizanin ragihandine ku di civînên asta bilind ên dawî yên di nav Konseya Ewlekariya Neteweyî de senaryoyên operasyonel ên cûrbecûr, di nav de destwerdana rasterast, hatine nîqaşkirin. Sê ji çavkaniyan diyar kirin ku civîna dawî doh pêk hatiye.
Tê gotin ku Cîgirê Serokê Emrîkayê JD Vance, Şêwirmendê Ewlekariya Navxweyî Stephen Miller, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar General Dan Keane û berpirsên din ên payebilind beşdarî civînan bûne.
Washingtonê di du mehên borî de ji bo nîşandana hêzê li dijî hikûmeta Caracas, balafirên şer ên F-35, û binavîyeke nukleerî li herêmê bicih kiriye. Koma keştiya balafiran a USS Gerald Ford jî hefteya borî ket nav avên Emerîkaya Latîn û zêdetirî 75 balafir û zêdetirî 5.000 leşker bicih kirin.
Trump doh di balafirê serokatiyê de bi rojnamevanan re axivî û got ku wî li ser Venezuelayê "bi qismî biryar daye", lê ji hûrgiliyan dûr ket. Wî îddîa kir ku di rawestandina bazirganiya neqanûnî ya narkotîkê de bi rêya Venezuelayê "pêşketineke mezin" hatiye bidestxistin.
Vebijarka destwerdana leşkerî û guhertina rejîmê
Tê ragihandin ku Wezareta Parastinê ya Emerîkayê planên operasyonel ên nûjen pêşkêşî Serok Trump kiriye, û vebijarkan destwerdana rasterast a leşkerî û îhtîmala "guhertina rejîmê" dihewîne.
Wezîrê Parastinê Hegseth, di daxuyaniyekê de li ser platforma X, diyar kir ku plana ku wî bi navê "Operasyona Nima Başûr" bi nav kiriye, armanc dike ku "hêmanên terorîst ên têkildarî madeyên hişber li Nîvgirava Rojava ji holê rake" û Emrîkayê biparêze.
Rêveberiya Trump di meha Tebaxê de fermanek derxist ku destûrê dide zêdekirina karanîna hêza leşkerî li Emrîkaya Latîn ji bo şerkirina kartelên tiryakê.
Serokkomarê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku welatê wî li dijî her êrîşeke derve amade ye û ragihand ku hêzeke seferberiyê ya ji nêzîkî 4.5 milyon kesî pêk tê ava kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wilayeta Java ya Navîn a Endonezyayê, ji ber hezazê şeş kes mirin û 17 kes jî winda ne.
Emîrîtya Îslamî ya Efxenistanê diyar kir ku balafirên bêpîlot ên Amerîkî bi rêkûpêk dikevin qada hewayî ya Efxenistanê û ev yek serweriya welat têk dide.
HAMASê hişyarî da ku felaketeke însanî dikare ku çêbibe û ji ber nêzîkbûna zivistanê ji cîhanê xwest ku alîkariya Xezzeyê bikin.