Ensarullah: Em ê şîrketên behrvanîya Ereban ên ku bi îsraîlê re hevkarîyê dikin jî hedef bigrin

Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Ensarullahê Yemenê Hîzam el-Esed, daxuyand ku operasyona leşkerî ya behrvanî ya çaremîn a ku ji bo desteka ji gelê Xezzeyê re hatîye destpêkirin, ew ê hemû şîrketên behrvanî yên ku bi rejima îşxalker re hevkarîyê dikin di nav xwe de bihewîne.
Hîzam el-Esed, derheqê hûrgilîyên operasyona çaremîn a leşkerî ku di behrê de li dar dixin de daxuyanî da.
El-Esed weha got, “Hêzên me yên çekdar, biryar girtîye ku ew ê li dijî sîyonîstên dijmin, alîgirên wî û hemû kesên ku pêşîya wî di qetilkirina gelê Xezzeyê, dorpêçkirin û birçîhiştina wan de hene operasyonên xwe yên leşkerî berfirehtir kirîye. Armanc ev e ku ev êrîş were sekinandin û dorpêç bê bidawîkirin.”
El Esed, di dawîyê de weha got, “Beşdarbûna hinek welatên Erep û welatên Îslamî yên ji dorpêçkirin û polîtîkayên birçîhiştina gelê Xezzeyê, di heman demê de zêdekirina têkilîyên bazirganî yên bi rejima sîyonîst re şermekî mezin e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.
Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, biryara ku ew ê ji hilberînên ji Tirkîyeyê re têne îthalkirin re ji sedî 15 baca gimrikê bê anîtin erê kir. Hat desntîşankirin ku ew ê ev biryar di nav 7 rojan de bikeve merîyetê.