Ensarullah ji rejima sîyonîst re SÎHA avêt

Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew ji bo bersivdayîna êrîşên ku li dijî Xezze û gelê Filistînê berdewam dikin, li dijî sîyonîstan sê operayonên cuda yên SÎHAyê li dar xistin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat belavkirin, yekîneya wesayîta hewa ya bêînsan (ÎHA), bi pênc SÎHAyan li sê hedefan xistin.
Di operasyona ewil de, bi du SÎHAyan li dijî “hedefeke hessas” a li herêma Yafaya îşxalkirî hat hedefgirtin.
Di operasyone duyemîn de jî, li dijî hedefeke leşkerî ya li Aşkelonê bi du SÎHAyan çalakîyek hat lidarxistin.
Di operasyona sêyemîn de jî li herêma Negevê herêmekî leşkerî bi SÎHAyekî hat hedefgirtin.
Di daxuyanîyê de bang li alema Îslam û Ereban hat kirin û hat gotin, “Ji gelê Filistînê re bibin destek û li hember qirkirina li Xezzeyê dengê xwe bilind bikin.”
Rayedaran, îfade kirin ew ê van operasyonan heta ku rejima îşxalker êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê nedin sekinandin ew ê jî berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.
Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, biryara ku ew ê ji hilberînên ji Tirkîyeyê re têne îthalkirin re ji sedî 15 baca gimrikê bê anîtin erê kir. Hat desntîşankirin ku ew ê ev biryar di nav 7 rojan de bikeve merîyetê.