Tevgera Ensarullahê Yemenê, li Behra Umman û Bendera Adenê 3 keştîyên îkmalê û murîbekî aîdê Emrîkayê, bi 16 fuzeyên balîstîkî û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtin û hedefên wan îsabet girtin.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yahya Serî, îfade kir ku Hêzên Behrê yê Yemenê, li Behra Umman û Bendera Adenê 3 keştîyên îkmalê û murîbekî aîdê Emrîkayê hedef girtin.
Serî, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew muhrîbekî û 3 keştîyên bi navê Stena İmpeccable, Maersk Saratoga û Liberty Graceyê bi 16 fuzeyên balîstîkî û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtin.
Serî, îfade kir ku hedefên wan îsabet girtine.
Hat îfadekirin ku ev operasyon ji bo gelê Filistînê û ji bo bersivdayîna ji êrîşên Emrîkayê ya li dijî Yemenê têne kirin hatîye kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Xezzeyê ji teref sîyonîstan ve êrîş hat lidarxistin, di encamê de 5 kes şehîd bûn, 4 kes jî birîndar bûn.
Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku mûşek avêtine nav axa Filistîna îşxalkirî û 4 siyonîstên îşxalker birîndar bûn e.
UNRWA got ku niha zêdetirî 415 hezar kesên bêwar li avahîyên dibistanên li Xezzeyê bi cih bûne, di heman demê de bi sed hezaran di "şertên xirabtir di stargehên demkî" de dijîn.