Li bakurê Xezzeyê ji teref sîyonîstan ve êrîş hat lidarxistin, di encamê de 5 kes şehîd bûn, 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên nexweşxaneyan hatine bidestxistin balafirên herbê yên sîyonîstan, li Xezzeyê cîhekî aîdê sîvîlan bomberdûman kirin.
Di êrîşê de, sîvîlên ku li nêzê Ceddeya El-Wehde ya Xezzeyê ne hat hedefgirtin.
Hat îfadekirin ku di êrîşê de 5 kes şehîd bûn, 4 kesên ku di navbera wan de pîrek û zarok jî hene birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, li Behra Umman û Bendera Adenê 3 keştîyên îkmalê û murîbekî aîdê Emrîkayê, bi 16 fuzeyên balîstîkî û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtin û hedefên wan îsabet girtin.
Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku mûşek avêtine nav axa Filistîna îşxalkirî û 4 siyonîstên îşxalker birîndar bûn e.
UNRWA got ku niha zêdetirî 415 hezar kesên bêwar li avahîyên dibistanên li Xezzeyê bi cih bûne, di heman demê de bi sed hezaran di "şertên xirabtir di stargehên demkî" de dijîn.