Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 58 hezar û 573yan

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 58 hezar û 573yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 139 hezar û 607 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 94 şehîd û 252 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 7 hezar û 750 kes şehîd bûn, 27 hezar û 566 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Takhara bakurê Efxenisanê ji 7 tonî zêdetir haşhaş, li ber çavên xelkê hatin îmhekirin.
Rejima îşxalker di êrîşên xwe yên ku nav 24 saatên dawîn li dar xist de, 74 Filistînîyan şehîd kir. Di êrîşan de bi taybetî xanî, sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn û çadirên penaberan hatin hedefgirtin.
Ensurallah a Yemenê ragihand ku ew li Negevê û bendera Um er-Raşraşê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi dronan noqtayek leşkerî hedef girtin.